Muhabirê Rûdawê ji yekî sofî, hecî dipirse, ma tu dixwazî di
dibistanan da kurdî jî were xwendin û wek bavekî tu dixwazî zarokên te jî herin
dersa kurdî?
Merivê bêmeju, bêşexsîyet, dixwaze zarokên xwe jî weka xwe bike koleyên tirkan
dibêje:
”Na ez naxwazim, naxwazim. Çima em xwe zeîf kin? Em naxwazin fîtne têkeve nav
me. Çima em xwe bikin esîrên dewletên biyanî û gawiran? Çima em yekîtiya xwe
xera bikin?“
Yanî hewqasî ehmeq e, hewqasî bûye neyarê qewmê xwe, zimanê xwe.
Lê yên wiha difikirin ne ev tenê ye, di nava kurdan da yên wek vî ehmeqî pir in.
Sebebê pirbûna kesên wiha, ehmeqên wiha jî siyasetmedar û dîndar in, wan karên xwe baş nekirine, wezîfeyên xwe baş bi cî neanîne.
Lema jî di nava kurdan kesên li dijî axaftina kurdî ne, kesên axaftina kurdî wek fîtne û fêsadiyê, wek xulamtiya ji dewletên gawir ra dibînin pir in.
XXX
Li ser êrîşa ser Kongreya Amerîkayê ya do, hin
berbpirsiyarên Tirkiyê ”xemgînîyên” xwe anîn zimên û şîret li amerîkiyan kirin.
Di medyaya Amerîka da ev yek bû sebebê hêrsê û pêkenînê.
Muhabirê NBC Newsê yê navdar Andrea Mitchell, henekê xwe bi beyanên berpirsiyarên
Tirkiyê kir, got:
-Li vir rewşeke îronîk heye. Welatê viya dibêje ji alî dîktatorekî
vetê îdare kirin, rojnamevanan davêjin hevsê, mafê mirovan bi tiştekî nahesibînin,
di girtîgehan da îşkencekirina jinan ji nedîva tên. Ev welat xwedî îdareyeke wiha
ye û şîretan li me dike.
Dema bi însên ra heya tunebe kane li welatekî wek Amerîka şîretan
bike. Lê Amerîkiyan bersîveke baş dane tirkan.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar