Xoce Nesredîn ji bo ku ji kirêçîtiya xelkê xelas bibe, halê xwe dike hal, ji xwe ra kusêxek(xaniyak) lê dike. Cîran, nas, dost bi hev dikevin, diçin li hostetiya Xoce temaşe dikin.
Li xênî pahn dibin, bala xwe didinê, yek dibêje:
– Xoce, wele te derî pirr fire kiriye, dibê tu hinekî
tengtir bikî.
Xoce dibêje baş e, bi ya wî dike, derî tengtir dike.
Dûre yekî din tê bala xwe didê, ew eksê yê berê dibêje.
Xoceyê reben îcar jî radibe bi ya wî dike.
Bîstek derbas dibe, yekî din tê, dibêje:
– Xoce, bi Xwedê, te pace(pencere) pirr nizm kirine, ewê
hundur tarî be. Ji bo hundur ronîtir be dibê tu wan hinekî bilindtir bikî.
Xoce, radibe pacan hildiweþîne, wek ew dibêje, hinekî
bilindtir dike.
Piştî ew diçe, yekî din tê, ew jî bala xwe dide pacan, ji
Xoce re dibêje:
– Xoce, ma xêr e te ev pacana wek deriyên xanan bilind
kirine? Ma deve dikin tê ra derbas bibin? Bi ya min bî, tu yê wan hinekî nizimtir
bikî, ji bo ku durfê pacan bi wan kevin.
Welhasil her yekê tê aqilekî dide Xoce, şîretekê lê dike.
Carek, dudu, sisê, Xoce şaş dimîne, nizane ka wê bi ya kê bike, bi ya kê neke !
Yek dibêje nizm e, yê din dibêje bilind e. Yek dibêje teng e, yê din dibêje
fire ye. Bi kurtayî Xoce gêj dibe, tiştê zane jî ji bîr dike.
Li ser vê, Xoce radibe bi nav gund dikeve, bang dike,
dibêje:
– Gelî gundiyan, ez êdî xênî hew lê dikim, çimkî ez çawa lê
dikim, hûn pê razî nabin, tim kêmasiyekê, qusûrekê tê de dibînin. Îcar a çêtir
ew e ku bila yekî ji min hostetir kerem bike, bira were hostetiya xwe nîşan
bide.
Dersa em ji vê çîrokê bigrin, bi aqilê xelkê tu kar naçe serî, dibê aqilê meriv ji kîsê meriv be. Li xelkê gudarî bike, lê karê xwe bi aqilê xwe bike...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar