Hin tişt hene, meriv jê ders û ibretê digire, dema meriv dibîne, nabe meriv qalê neke.
Do dema ez ji ser berber dihatim, bi rê da rastî du xanimên
swêdî hatim, kûçikên xwe digerandin. Ji bo ku rê bidin min û kûçik neyên min, ji xaniman yekê, ya li alî min, bi destê xwe aliyê rastê yê rê nîşanî kûçikê xwe da û jê ra
got:
-Hoppa !
Yanî xwe holke vir !
Kûçik, boncîyekî biçûk bû, gotina jinikê fêm kir, xwe holî
nava berfê kir, rê da min…
Ez hatim mal, min mesele ji xanimê û lawikê xwe ra got. Min
got kûçikên van jî wek wan biaqil in, gotinê fêm dikin.
Jinikê ji kûçikê xwe ra
got, wê da here, rê bide yê derbas dibe, kûçik fêm kir.
Kûçikên me yên feqîr tenê şo şo û oşt oşt fêm dikirin.
Lê ne sûcê kûçikan bû, sûcê me bû, me heywan perwerde
nedikir…
Belkî nuha hinekî başti bûye…
Li Swêd kar jî bi kûçikan didin, kirin, kûçikên ji Koran ra
rêberiyê dikin jî hene.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar