Tirkan li Efrînê Merkeza Kulturî ya Anadoliyê ”Anadulu
Kultur Merkezî” vekeirine.
Tirk Efrîna dagir kirine bi lez dikin Erzîngan, Xarpêt,
Meletî. Pir dilezînin dikin.
Sûriye çima li vê dagirkeriyê temaşe dike, Rûsya Îran çima bêdeng
in, ew jî tiştekî xerîb e.
Neyarê me yê herî xedar, herî nazîst tirk in, dewleta tirk e. Gerek em vê zulmê ji vê dewleta faşîst ra nehêlin.
Li ber çavê me welatê me, bajar, gund û malên me li xelkê belav dikin.
Li ber çavên me her roj tecawizî keç û jinên efrînî dikin. Hin kurd hîn jî hevalên wan in, tirk tecawizî keç û jinên kurd dikin, ew jî ji tirkan ra şoşbanîyê dikin.
XXX
Wezîrên karên derve yên Îranê û Tirkiyeyî, Cewad Zerîf û
Mevlut Çavuşoglu li Anqerê hatine ba hev.
Gava berpirsên Tirkiyê û Îranê tên ba hev mijar kurd in,
dixwazin gorra kurdan bikolin.
Vê carê jî miheqeq dîsa li hemberî kurdan pilaneke tirkan
heye, dixwazin Îranê jî bikin şirîkê xwe.
Rejîma tirk ya îslamî-faşîst, hebûna me kurdan li her çar
perçên Kurdistanê xistiye talûkeyeke mezin.
Belkî ev destpêk e, hêdî hêdî ewê perwerdeya bi kurdî ji kok da rakin.
Heta nuha hukûmeta Kurdistanê tiştek negotiye, ya jî newêre bibêje.
Em ji ku hatin ku, em çi bûn, bûn çi ?
Sebebê vê rewşa me ya perîşan ji ereban bêtir serok û berpirsiyarên kurd in, wan bi destê xwe, bi xayinî Kerkûk û nîvê Kurdistanê dan ereban.
Nuha jî ereb xwendina kurdî jî li zarokên kurd qedexe dikin
û berpirsên kurdan jî dengê xwe nakin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar