Berî Coronayê hin kar, hin tişt, hin xizmet pir bûbûn. Ez welatên din nizanim, lê li Stockholmê serê her çend gavan aşxaneyek, qahwexaneyek, bi hezaran texsî li bin guhên hev diketin.
Bi zêdebûna xerîban ra ev kar jî wek pirparê û kakivîlkan
zêde bûn.
Coronayê tiştên zêde giş şirt kirin. Dinya berê pir tevlihev bû, gelek tiştên ne hewce hebûn, Coronayê dûzanek nuh da dinyayê. Însan şaşomaşo bûne, nikanin întîbaqî vê dûzana nuh bikin.
Qareqara însanan e, dibêjin em bat bûn, ji dewletê
alîkariyê dixwazin. Dewlet alîkariyê dike, lê têrê nake, nikane heta û heta dom
bike.
Rast dibêjin bat bûn, lê yê zeîf, tiştê zêde jî daîm mehkûmî
têkçûnê ye. Dewlet nikane gişan xelas bike.
Dibêjin bazara înşîatê û xanîyan jî nesîbê xwe ji vê qirîzê
girtiye.
Corona zalim e, bela xwe him di însên daye, him jî di malê
wan. Can jî, mal jî, yek ji yekî şîrîntir e, lê qet ne xema Coronayê ye, carê
ba li me anîye, heta me baş negvêşe ji me nagerre...
XXX
Gotineke pêşiyan ya gelkî xweş û rast heye:
-Dema siûd hat serî, dixwaze bila bizirre wek kerê henşerî,
dîsa jî xelkê bêje aferî.
Rast e, heta malikê li wan diviritîne jê ra li çepikan
dixin, dibêjin "aferîn"!
Piştî ku Hasil diçe Mûsil, poşman dibin, dikin ax û of, lê
dereng e, ax û of pere nake...
Gerorge Orwell
Bi baweriya min camêr rast gotiye. Ev 19 sal in yê di her
hilbijartinê da AKPê û Erdogan tîne ser hukim xelk e, gel e. Lema gel û milet
jî şirîkê vê zulmetê û van sûcên vê hukûmetê ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar