3/1-2005 Netkurd
Malpera me Netkurdê do hevpeyvîneke Ferhad Şakelî ya gelkî
balkêş û êrîşkar ji soranî, ji tîpên erebî kir kurmancî û weşand.
Tiştê ji nuha da xuya ye ev hevpeyvîna Şakelî di nava
kurdan da ewê olanek mezin bide. Çimkî Şakelî bi uslûbeke bêedeb heqaretên
mezin li hemû kurdên kurmancîaxêv dike, wan û hemû edebiyata kurmancî bêqîmet
û vala dibîne.
Şakelî di hevpeyvîna xwe da xwedêgiravî li ser alfabeya
kurdî Latînî û Erebî radiweste û bîr û baweriyên xwe dibêje. Lê tiştên Şakelî
li ser alfabeya Latînî û xizmetên Celadet û Kamûran Bedirxan dibêje ji
rexneyên mirovekî alim, zana û medenî wêdetir e, hemû heqerat, îtham û
îddîayên bêmistewa û bêbingeh in.
Şakelî bi qurretiyeke bêmane û bi şiklekî bêedep û bêûjdan
Celadet û Kamûran Bedirxan û xebata wan ya ji bo kurd û Kurdistanê û ziman û
edebiyata kurdî wek xizmeteke ji bo emperyalîstan û parçakirina Kurdistanê
dibîne û wan bixwe jî bi Ataturkçîtiyê û ajantiya emperyalîzmê îtham dike.
Şakelî di êrîşên xwe yên zirzopane da ne Celadet û Kamûran
Bedirxan bi tenê dike hedefên tîrên xwe yên jahrî, hemû kurdên ku alfabeya
Latînî bi kar tînin jî wek ”kemalîst û ajanên Rojava” dibîne û wan jî wek Celadet û Kamûran
Bedirxan bi perçekirina Kurdistanê û miletê kurd îtham dike.
Şakelî rexneyên xwe bi alfabeya Latînî û kesên ku bi vê
alfabeyê dinivîsînin jî sînor nake, ew hemû berhemên ku bi zaravayê kurmancî
hatine nivîsîn jî ji alî huner û estetîk ve pir bêqîmet û vala dibîne. Bi
pozbilindiyeke mezin tinazê xwe bi wan dike.
Li gor Şakelî kurdên baş û heqîqî ew kurd in ku bi alfebeya erebî dinivîsin.
Kurdên ku bi alfabeya latînî dinivîsin hemû ”kemalîst û casûsî Xerbê” ne.
Herçiqas hemû hevpeyvîna Şakelî di Netkurdê da hebe, lê
dîsa jî ez dixwazim wek îbret çend nimûneyan bigrim vir. Şakelî dibêje:
”Alfabeya Latînî li ba kurdan diyardeyeka siyasî ye
resterast girêdayî ye bi hewldanên emperyalîstan ji bo dabeşkirina
Kurdistanê”
”Di nava kurdan de kes bi qasî malbata Bedirxaniyan
dilsozên bîrûbawerî û îdeolojiya Ataturk nebû.”
”Celadet û Kamiran Bedirxan di hemû jiyana xwe de hewla wê
didan ku Ataturk teqlît bikin, gelek ji dil heyranê şexsiyet û bîrûbaweriyên
Ataturk bûn.”
”Celadet û Kamiran dixwestin ku tiştên di siyasetê de
wenda kirine di ziman û kulturê de bidestxin. Malbata Bedirxaniyan her piştî
hilweşandina mîrîtiya Botan li Stenbol û li Grîtê û li çend ciyên din jiyan,
lê pêwendiyên wan her li gel dezgeyên emperyalîst, bi taybetî dexgehên casûsî
hebû, ji bo wan kar kirin. Peydabûna bîra guhertina alfabê jî berhemeka vê bîrûbaweriyê û vê hevkariyê
bû.”
”Ew edebiyata ku nivîserên îro yên Kurdistana Tirkiyê, a
Sûriyê û Rûsyayê dinivîsin û berhem tînin, ku ew jî ji alî estetîk û hunerî
ve hêjayiyeka wê ya wiha tuneye.”
”Eger îro hin xwendevanên Kurdistana Tirkiyê defê ji bo
latînî lêdixin ne ji ber dilsoziya ziman û kultura kurdî ye. Lê ji ber wê ye
ku ev, kurdên kemalîst in, li pey Celadet û Kamiran Bedirxan tên ku ew hemû
dost û hevkarên dezgehên casûsî yên Rojava bûn. Evên îro jî ji bo dezgeyên
casûsî yên Rojava gilêz(girêz) û şorik ji dev û qelem û mejiyên wan tê xwarê.
Hoyekî din jî ew e ku ev ne bi kurdî dizanin, ne haya wan ji mêjû û kultura
kurdî heye.”
Dema meriv van rêzên jorîn yên bêmistewa û ji ciddîyetê
gelkî dûr dixwîne meriv ji xwe ra matmayî dimîne. Kurdekî ku xwedêgiravî bi
çavekî zana û rewşenbîr li xwe dinêre çawa dikane hewqasî dijminê beşekî ji
miletê xwe be, wî û edebiyata wî hewqasî biçûk bibîne û ji nêzikbûna yekîtiya
ziman û alfabyeke netewî hewqasî bitirse û nefret bike?
Bi baweriya min kesê ku bikaranîna alfabeya latînî wek
perçekrina kurdistanê û kurdên ku vê alfabeyê bikar tînin jî wek ”casûsên
Rojava” bibîne ya ew merivekî kêmaqil e ya jî nêta wî pir xirab û ne paqij e.
Herdu îhtîmal jî xerab in.
Ji gotinên Şakelî yên jor jî meriv derdixe ku kurdên Başûr
û Bakur nêzî hev dibin. Diyar e li Başûr jî di nava kurdan da meyla
bikaranîna alfabeya latînî hêdî hêdî xurt dibe. Ji dêlî ku Şakelî bi vê meylê
kêfxweş û dilşa bibe, ew wek neteweperestekî tirk har û dîn dibe.
Nêzîkbûn û yekîtiya kurdan di warê ziman û alfabeyê da be
jî Şakelî jî gelkî nerehet dike. Kurdekî biaqil, dilzos û welatparêz dibê ji
vê pêşketin û tendensê nerehet nebûya.
Lê Şakelî dibe. Ev tiştekî pir xerîb û pir jî seyr e.
Li Tirkiyê dewlet û regezperestên tirk ji bo ku yekîtiya
hemû tirkan(azerî, tirkmen, kirgiz ûyd.), çi di warê zimên da be û çi jî di warê alfabeyê da be pêk bînin bi
şev û roj dixebitin. Lê yê me ji pêşketin û peydabûna meyleke wiha aciz dibe
û li dij derdikeve. Qey ev jî şansê me kurda ye.
Şakelî bikaranîna alfabeya latînî wek siyaseteke
emperyalîzmê ya perçekirina welatê me dibîne. Lê ev ne rast e. Rastî berovacî
vê ye. Esas yên ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekem nehîştin li Başûrê Kurdistanê û
li Sovyetê kurd alfabeya latînî bikar bînin, ne hêzên emperyalîst lê tirk
bûn. Ji bo ku kurd ji hevûdu fêm nekin û nikanibin berhemên hevûdu bixwînin
tirkan nehîştin li Sovyetê û li Iraqê alfabeya latînî were bikaranînin. Û mêrikan
bi vê xebata xwe biser jî ketin. Bi rastî jî kurd ji hev dûr ketin.
Pêşketinên di warê teknîk û înternetê da dinya gelkî biçûk
kiriye, sînorên heyî nikanin rê li ber nêzîkbûn û dan û stendina mirov û
netewan bigrin. Ev îmkanên globalîzmê
yên nuh wek her miletî ji bo me kurdan jî îmkanên baş û bêhempa anîne holê.
Êdî em kurdên her çar perçên Kurdistanê bi riya satelît û înternetê bi hêsanî
bi hev ra didin û distînin, li muzîka hevûdu guhdarî dikin, ji edebiyata
hevûdu haydar dibin û feydeyê dibînin.
Bêguman yên ji vê nêzîkayî û dan û stendinê neheret dibin
dijminê me ne. Dewletên welatê me dagîr kirine ji bo ku em kurd ji hevûdu fêm
nekin naxwazin em alfabeyeke yekgirtî(eynî) bikar bînin. Dema dijmin naxwaze
em kurd yek alfabeyê bikar bînin meriv fêm dike, çimkî ew dijmin e.
Lê dema kurdekî xwedêgiravî rewşenbîr rabe li dij vê
nêzîkbûnê derkeve, bibê nebê meriv ya ji aqilê wî ya jî ji nêt û armanca wî
şikê dike.
Gotinek me kurdan heye, dibên ”yên xelkê mezin dibin
biaqil dibin, yên me dixirifin”
Ez hêvî dikim ku Şakelî jî tenê xirifî be…
|
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar