12 januari 2021

Axirê me îro rojek xweş dît

 


Îro li Stockholmê rojek pir xweş hebû, rojê bi tîrêjên xwe yên zêrîn û nûranî em îhya kirin.
Berî ez ji mal derkevim, ez derketim hewşê, min ji xwe ra got, wele meşa di rojeke wiha da pir xweş e, min çû kompîtora xwe girt, min xwe jidand.
Ji zû da bû tîrêjên rojê bi serê me nebûbû. Îro berf li erdê, hewa 3 derce di binê sifirê da sar bû.
Lê roja bi 
tîn, tîrêjên didan ser berfê wek aqût û almas dibriqî û li ber çavê meriv dîmenekî xweş çê dibû.

Meriv dixwest xwe bida hinîşka dîwarekî û di xew ra biçûya... 

Xanimê got ez nayêm, karê min heye. Ji lawê xwe yê vejeterîyan ra lasagne çêdikir. Lasagna bêgoşt.
Min kincên xwe yên germ û sola xwe ya zivistanê û mesta bi mîx, ji bo neşemitim, kir pê û derketim der.
Ez 6.9 km meşiyam.




Ji bo ku ez bi tenê bûm, min tempoya meşa xwe hinekî bilind kir.
Dema xanim bi min ra be ew hêdî dimeşe, tempoya min jî xera dike.
Îro ez azad bûm, heta ji min hat ez zû meşiyam.
Ji bo ku roj hebû, kal û pîr jî li derve pir bûn, bi darikên xwe yên meşê hêdî hêdî tahm û lezeta rojê bera hinavên xwe didan, dilşa xuya dikirin. Yên hev nas dikirin li hev kom bûbûn û sohbet dikirin, bi kûçikên hev şa dibûn.

Ez di ber kê ra bihurîm, min silav dayê û rêya xwe domand.
Berî hez herim ji mal herim, min berfa hewşa xwe paqij kir.

Hevalekî min ê ezîz, ji bo ku berfa hewşa xwe paqij kiriye, rêya mala xwe vekiriye, pesnê xwe daye. Gotiye ez westiyam, lê ji bo min bû antramaneke baş e.




Min bala xwe da rismên belav kirine, ne tu paqijkirine, hema lê meliqandiye.
Yanî karê kiriye min zêde neeciband. Meriv kareke kir dibê xweşik bike.
Min jî berfa hewşa xwe paqij kir, rêya mala xwe kir wek rêya paporê.
Lê min pirîskek bef jî li erdê nehîştiye.
Ez merivekî hinekî hulhulî me, bi her karî qayil nabim, karê min dibê bêqusûr be. Yanî ez merivekî mukemelîyetçî me, ji karê suxre hez nakim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar