Yekî gundî li bin darekê nimêja xwe dikir. Piştî nimêja xwe diqedîne, selawatê tîne û dibêje:
- Ya Rebî tu qebûl bike!
Wê gavê jî yek li ser darê bûye, haya yê gundî jê tunebû. Yê
li ser darê ji heramî dibêje:
- Ez qebûl nakim.
Mêrik dibêje qey min nimêja xwe çewt kiriye, radibe nimêja
xwe ji serî da dike. Û dawiyê dîsa dibêje:
- Ya Rebî tu qebûl bike!
Yê li ser darê dîsa dibêje:
- Ez qebûl nakim!
Mêrik dibêje qey desmêja wî şikyaye haya wî jê tuneye, diçe ber bestê desmêja xwe teze dike û cardin
nimêja xwe ji serî da dike. Piştî ku nimêja xwe diqedîne, dîsa wek hercar
dibêje:
- Ya Rebî tu qebûl bike!
Yê li li ser darê jî dîsa ji heramî dibêje:
- Ez qebûl nakim.
Mêrik dibêje dibe ku ez cenabet bim, diçe dikeve avê, xwe
paqij dişo û tê cardin ji serî da dest bi nimêja xwe dike.
Piştî ku nimêja xwe diqedîne, dîsa destê xwe li ber Xwedê
vedigere, dibêje:
- Ya Rebî tu qebûl bike!
Yê li ser darê wek hercar, dîsa dibêje:
- Ez qebûl nakim.
Li ser vê, yê gundî hêrs dibe, dibêje:
- Law tu qebûl nakî hema meke, ji kîrê lawê min ve. Te qebûl
nekiriye qey xema mmin e…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar