Miletekî cahil nikane hilbijartineke rast bike, nikane biryareke rast û baş bide. Ji bo ku cahil e baş û xerab baş ji hev nagerîne.
Ji bo wê jî dîktator ne ji nav civatên pêşketî, ji nav civatên
paşdamayî, ji nav miletên cahil derdikvin.
Çimkî xapandina merivên cahil rehet
e, bi çend derewan, bi çend nutqên hemasî tu kanî wan bi cuzbê bixînî û bi xwe
girê bidî.
Numûneya herî berçav Tirkiye ye. Miletê aqil pê ra hebe rayê nade serok û rejîmeke wiha.
Hinek kanin bibêjin li Ewrûpayê jî gelek dîktator hebûn,
Hîtler, Musolînî, Franco û gelekên din. Rast e, berê hebûn, lê berê û nuha ne
wek hev e, şertên dinyayê, însan hatin guhertin.
Berê yê xurt êrîşî yê zeîf dikir û welatê wî dagir dikir, her kesî wisa dikir.
Lê piştî Şerê Cîhanê yê Duduya ewrûpiyan xwe guhertin, demokrasî hilbijartin,
êdî rê nedan dîktatoran.
Yanî ewrûpiyan, miletên pêşketî ji tarîxê, ji serpêhatiyên xwe ders û tecrûbe
girtin û hew dîktator kirin serokên xwe. Lê li Asya û Afrîkayê em eynî guherînê
nabînin, ew hîn jî didin dû dîktatoran.
XXX
Berê jî li Tirkiyê şalûz û şelaf pir bûn, feqet bi îqtîdara
îslamîyan ra jimara wan sed qatî zêde bû. Tirkiye bûye fabrîqe û mûristana şelafan.
Her wezîr û parlamenterê AKPê bi meth û sena û pesindana Erdogan dest bi
axaftinê dike, tu dibêjî belkî giş xulam û koleyên wî ne.
Helal be jê ra, mêrik şexsîyet bi kesî ra nehîştiye, giş
kirine xulamên ber derîyê xwe. Kîjan wezîr qala çi bike jî dibê bi methê
Erdogan dest bi axaftian xwe bike, pesê wî bide. Seddam jî derbas kir.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar