Min zêde pesnê xwe da, xêrnexwazekî min ez çavînokî kirim. Bîstik berê ez şemitîm û pir xerab ketim. Min destê xwe yê çepê hinekî êşand.
Li derve, berf e, pûk e, tozan e, fizîna bê ye. Nêta xanimê tunebû derkeve derve, min jinik
bi zor bi xwe ra derxist. Em li dora saet û nîvekê meşiyan.
Di vegerê da min berê xwe da hevrazekî, kaşekî. Wek her tim dîsa ez zû
demeşiyam. Min hew dît ez li erdê bûm çît, li ser piştê ketim.
Xanim li pey min bû, ji ber ku serê wê di ber wê da bû, ketina min nedît. Ez hîn li erdê bûm, got çi bû?
Min got wele ez ketim…
Bixawiya destê min ê çepê hinekî êşiyaye, diêşe. Min girê daye. Lê Xwedê kir neşikiya, dîsa ez bi silametî xelas bûm.
Hinekên çavpîs ez çavînokî kirim…
XXX
Berfê nehîşt ez herim ser berber…
Porê min pir dirêj bûye, dikeve nava çavên min.
Min nêt kiribû saet di 10.00a da herim ser berber, hinekî
xwe xweşik û çeleng bikim.
Min bala xwe dayê bavo çi bibînim, berfê erd sipîboz kiriye
û hûr hûr jî dibare.
Berberê ez her ser 3-4 km dûr e, li Fîttjayê ye. Min fikrê
xanimê pirsî, min got ma di vê berfê da ez herim ya na?
Got meçe, li bende be heta berf vedike !
Ji xwe nêta min a çûnê tunebû, lê dîsa jî min xwest fikrê wê
jî bigrim. Fikrên me hevdu girtin. Ez neçûm.
Ezê bixwînim. Şiîrên Huseyîn Yetkîn û Necat Zivingî herduyan
bi hev ra dixwînin; yek bi swêdî ye, yek bi kurmancî ye. Di berfê da xwendina şiîrê
xweş e. Hundur bêdeng e, hawirdor, derve bêdeng e...
Xalê Zinar, xort ji te hez dikin te nezerî nakin. Dibe ku kalekî hesûd î ji enerjîya te dişewite tu gêr kiribî. Xwedê silametîyê bide.
SvaraRaderaEz zanim xort min nezarî nakin, ji xwe qesta min jî ne xort in. Evên çavpîs ya tirk in, ya jî kurdên hevalên wan in. Lê ez bi anteraman im, sivik xelas bûm.
SvaraRadera