Wek her kes zane ji şîr gelek tişt, gelek tahm û xwarin çê dibin. Navê şîr, mast, penêr, rûn li her dera Kurdistanê yek e, kurd li her derê ji şîr û mast ra dibêjin şîr û mast.
Lê belê navê her tiştê ji şîr çê dibe li her herêma Kurdistanê ne yek e.
Ezê di vê nivîsa xwe da navên xwarinên ji şîr çê dibin bibêjim, navên li
Wêraşarê û Qerejdaxê tên gotin. Li hin derên din belkî hin navên din lê dikin.
Navên di bîra min da mane ezê li jêr binivîsim, belkî hin navên din jî hebin.
Li Qerejdaxê şîrê mîhan, şîrê bizinan û şîrê mangan heye.
Li Qerejdaxê şîrê dewêr(mange) û yê bizinan bi qasî şîrê mîhan ne bi qîmet e. Rûnê şîrê bizin û mangan kêm e û av zêde bi ser mastê wan dikeve. Lema jî li bazarê şîrê manga û bizinan tim ji şîrê mîhan erzantir e.
Li Qerejdaxa aliyê Wêranşarê û di nav eşîra Çûva da ji şîr van xwarinan çê dikin:
1-Penêr. Ji şîrê şîrgem tê çêkirin. Heyvanê penêr ya şîlava heywîn e ya jî heyvanê penêr dikirin davêjin şîr û bera parzinan didin. Ji bo av jê dawerive giraniyekê didin ser.
2-Şuju/şijo. Ava bi ser penêr û mêst dikeve.
3-Toraq. Toraq bi çend hawî çê dibe. Meriv kane dew û mast biqusîne bike toraq.
4-Curtan. Ji dew çê dikin, hişk dikin, bi qasî mişmişekê, hejîrekê mezin û top dikin. Zivistanê dema li gund heywan sitewr e, qatix kêm e, dipişêfin, dikin meyira/gêrmîya dew.
5-Pişêfk. Pişêfk, piştî curtan tê pişaftin hûrikên bi bin çurtên dikeve.
6-Xelindor. Xelindor ji şîrê zinc çêdibe. Şîrê zinc, şîrê pez ya jî manga nuhzayî ye. Meriv şîrê zinc dikelîne û peşkek xwê jî davêjê, dibe wek penêr. Şijo/şujo bi ser dikve.
8-To. Dema mast tê
kiyan û dew tê dakirin, bi binê meşkê dikve. Ne rûn e, wek toraqê ye. Dewkil
didin zarokan, çimkî bêrûn e.
9-Tomast. Tomast, dimsê li qeymaxê ser mêst û rûn dikin û dixin hîzan.
Zivistanê pê xurîniya xwe dikin.
10-Mast. Ji şîr çê dibe.
11-Qeymax. Em ji toyê ser şîr û mêst ra dibêjin qeymax. Piştî şîr û mast sar
bû, qeymaxê wî ji ser digrin û dixwin. Bi dimsê ş şurûba gulan gelkî xweştir e.
Qeymaxê ser şîr li Wêranşarê pir bi qîmet e, buhar û havînan li ser dikanan di
sehanan da tê firotin. Ji gundan di sehanan da(çênîkan da) tînin li bajêr
difroşin.
Meriv şurûba gulan, dimsê ya jî hingiv lê dike û sibehan xurîniya xwe pê dike. Ev
kultureke wêranşariyan e.
12-Çeqilmast. Dema çîçik av tevî mêst bibe û were li hevxistin dibe çeqilmast.
Yanî mastekî rohn e.
13-Dew. Dema mast tê kîyan, rûnê wî jê hat girtin, dibe dew.
14-Avdew. Dewê rohn, dewê av tevê dibe.
15-Lorik. Ava ser penêr diqusînin dikin lorik.
16-Rûn. Li ba du babat rûn heye. Rûnê nivîşk, yanî rûnê piştî dew da dibe ji
meşkê tê derxistin, bi ser dew dikve. Ew rûnê nivîşk e, yanî rûnê nehatiye
helandin. Lê dûra wî rûnî dihelînin, dewê bi ser dikeve ji ser digrin, dimîne rûnê
sade.
17-Li ba me tiştek jî bi navê “sûzme” hebû. Sûzme, bi tirkî ye, lê ketiye
devoka Wêranşarê.
Meriv mast dixe kîs û bi dared dike. Tasekê dide binê kîs, av giş ji mêst diniqute,
mast dibe wek rûnê nivîşk. Ji wê avê ra jî dibêjin şujuya kîs.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar