Li dinyayê tirk tenê ne xwedî dewlet in, gelek miletên din jî xwedî dewlet in. Him jî xwedî dewletên mezin in û dinyayê îdare dikin.
Li gelek welatên din jî wek me miletên bindest hene. Lê ez dibêjim belkî tu miletekî din wek me kurdan ne di halekî perîşan da ye.
Li dinyayê tu miletekî din wek tirkan bi dewleta xwe hewqasî nafire, har nabe, bi kê kanibe çavê wî dernaxîne. Ji bo ku dewleteke tirkan heye tu nemaye di xwe nin.