Bîna kurdan berê teng bû, bêxwediya koronayê tew tengtir kir. Gelek kes bûne kûpên sîrkê.
Hin însan ji bo ku bela xwe di xelkê bidin, ji hinekan ra
xebera bidin li pelekî nexwedî digerin. Ji bo ku sebeb nayê gotin, nav nayê
dayin, meriv nizane yê tê rexnekirin kî ye; hema didin nav, ter û hişk didin ber topan.
Ya xerab meriv nizane mesele çi ye, xwediyê "rexne" ji çi aciz bûye û wan gotinan ji kê ra dike?
Ji bo ku muxatabê heqaretê ne diyar e meriv nikane dengê xwe jî bike. Welhasil umrê me ket demeke gelkî ne xweş.
Kurdan gelek demên ne xweş dîtine, ev jî yek wan demên herî ne xweş e, psîkolojiya gelek merivên baş xera bûye.
Di van şertan da ne mimkûn e her kes sip û saxlem bimîne. Bîna xwe fire
bikin, ev roj jî ewê derbas bin.
Hin kesan pir xwemdine, gelek tiştan zanin, lê ne li gorî
navên xwe ne. Diyar e xwendin, zanîn, her kesî kamil û xwedî şexsîyet nake.
Merivê zana, xwedî şexsîyet nabe berdevkê dagirkerê welatê
xwe, nabe hevalê neyarên qewmê xwe.
Tu nikanî şerê neyarê xwe bikî qenekê pê ra nebe heval. Însan
gava li ber xwe nekeve kane her tiştî bike.
XXX
Ji bo însên qerekterekî saxlem wek sermîyanekî mezin e.
Qerekter/şexsîyet, erê ne pere ye, lê îtîbar û sermîyanekî ji pera bi qîmettir
e.
Pere li her derê, li ba her kesî pere nake, lê qerekter tim
wek zêrê zer e, li her derê bi qîmet e. Xwedê kesî bêqerekter, bêşexsîyet neke.
XX
Mizgefta Xelîl Rehman li Rihayê li kêlek Gola Xelîl
Rehman(Gola Masiyan)e. Keşe Urbisyus, di sala 504a da li ser navê dayika Hz.
Îsa, Hz Meyremê wek dêr(kilîse) ava kiriye. Bi navê ”Dêra Dayik Meryemê/Meryem
Ana” derbasî qeydan bûye.
Di dema Xelîfeyê Ebbasî Me´mûn da(813-833)dêr kirine
mizgeft. Ji alî biraziyê Selahedînê Eyyûbî Melîk El Eşref ve di sala 1211-1212a
de restore bûye û minare hatiye pêvekirin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar