21 oktober 2020

Gerek xelk ji tiştê em dinivîsin fêm bike

Ji bo me kurdan îro roj tiştî herî muhîm gelek kes, bi taybetî (ilim) jî ciwanên me, keç û xortên me, zarokên me fêrî xwendin û nivîsandina kurdî bibin. 

Çiqas însan fêrî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin û di medyaya sosyal da bi zimanê xwe binivîsin baş e, umrê kurdî dirêj dike, kurdî ji mirinê hinekî dûr dixe.


Di nivîsê da hin peyv ne bi kurdî ne, bi erebî ne, ya jî bi zimanekî din in, bi baweriya min îro zêde ne muhîm e, ya muhîm û esasî tiştê em dinivîsin xelk, gelek însan fêm bikin.


Ji xwe kurdî ketiye ber sikratê, pirnaiya kurdan êdî zimanê xwe baş nizanin, gava tiştê bixwîne jî gotinên çêkirî bin, jê fêm neke, ewê ji kurdî sar bibe, jê veciniqe û dev ji fêrbûna kurdî berde.


Ji bo wê jî ez dibêjim dibê meriv gotinên çêkirî, yên nuh, yên xelk nizane bi kar nayne, di şûna wan da zimanekî xelk jê fêm dike, zimanekî sivik, cumleyên kin bi kar bîne. Bira hin gotin bi erebî ya jî bi zimanekî din bin, heger ew gotin baştir tê fêmkirin dibê meriv wan gotinan bi kar bîne.


Însan ji nivîsa, ji romana, ji şiîra fêm neke naxwîne, jê hez nake.
Ez bi xwe kurdîya çend peyvên biyanî tê da hene, lê xelk jê fêm dike, di ser kurdîya ”paqij”, lê kêm kes jê fêm dike ra digrim. 


Lema jî di nivîsên xwe da heta ji min tê, ez zimanê xelkê, zimanê gel pê dipeyive û jê fêm dike, bi kar tînim û li sentaksa kurmancî pir miqate me.

Ez nabêjim kêmasiyên min tunene, ez qet şaşiyan makim, helbet kêmasiyên min jî hene, carnan ez jî di bin tesîra tirkî û swêdî da dimînim. 


Lê ev yek bêhemdê min e, ez tu carî bi zanetî peyvên nuh, çêkirî, zahmet bi kar naynim, gava mecbûr bim, di nav parantêzê da maneya wê dinivîsînim.


Gotina dawî, bi baweriya min dibê fêmkirin esas be, tiştê meriv nivîsî xelk, piraniya însanan jê fêm bike. Zimanekî zor û zahmet, gotineke xerîb tê tunebe, sedîsed kurdî be jî, lê dema gel jê fêm neke, dibe keda bi avê da here, tu feydeyê nade kesî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar