Mazûban merivekî pirî çikûs û çavbirçî bû. Piştî kevçiyek, du kevçî li birincê xist û du çênî goştê mirîşkê kir devê xwe, ji mîvanê xwe ra got:
Heyran, wele min pir xwar, ez bûm ga.
Mîvên bala xwe dayê, mizicî, got:
-Wele ez hîn nebûme golik...
Mesaja diz
Li taxekê dizan tim camên ereban dişkandin û teybên wan
didizîn. Ji bo ku diz nekevin eraba wî, yekî nivîsek wiha da ber cama ereba
xwe:
-Bela sebeb camê neşkîne, di erebê da teyb tuneye.
Roja din bala xwe dayê erebe tuneye. Li ciyê erebê notek hatiye
danîn:
-Bêxem be, ezê teybekê têximê…
Meqbûz li ba me ye
Di civîneke çapemeniyê da rojnamevanek ji George W Bush
dipirse, dibêje:
-Hûn çawa dikanin hewqasî ji xwe bawer bin û bi israr
bibêjin ku di destê Iraqê da çekên kîmyewî heye? Di vî warî da delîlê we çi ye?
Bush dibêje:
-Me meqbûz hilanî ye.
Ew ji xwe ra dizane
Dema jina wezîr dît ku keçika xizmetkara wan bihalkî
ye(himleye) gelkî aciz bû û bi hêrsek mezin ji mêrê xwe ra got.
-Keçika xizmetkar bihalkî ye, heta çend rojan ewê biwelide.
Wezîr wê got:
-Ê çi ji min ra, diwelide, nawelide ew ji xwe ra zane.
Li ser vê xemsariya wezîr, jinik bêtir hêrs bû, got:
-Lê tu zanî, keçik dibêje zarok ji te ye.
Mêrik dîsa bi hawakî xemsar got:
-Ê çi ji te ra, wiya jî ez zanim.
-Li hember vê bersîvê jinik har bû û got:
-Ê baş e, le ezê çi bikim?
Mêrik lêva xwe hil kir, got:
-Ê wiya jî tu ji xwe ra zanî.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar