Li Fransayê çar roj berê ji ber ku mamoste karîkatorê Hz. Mihemed nîşanî xwendekarên xwe da, terorîstekî îslamî mamoste kuşt, dû ra serê wî jê kir û bi ellahu ekber, ellahu ekber, di medyaya sosyal da belav kir.
Çar roj di ser vê barbarî û wahşeta nedîtî ra derbas bûye, heta nuha fransizan
çipiskek xwe bi meriv, malbata qatil û misilmanan nekrine, yek fransizekî sîleyek
jî li çeçenekî, ya jî li misilmanekî nexistiye.
Ez nuha ji we dibpirsim, heger li Tirkiyê kurdekî serê tirkekî bi vî hawî jê bikira û di medyaya sosyal da belav bikira, bi ya we tirkan ewê çi bianiyana serê kurdên li Tirkiyê?
Dewletê ewê çi bizaniya serê kurdan?
Geleo tirkan ewê bi sedan kurd lînc nekiribana, bi hezaran mal û milkên kurdan
talan nekiribana?
Li alî din dewletê jî ewê bi sedan, belkî bi hezaran kurd, bi îthama hevalên terorîst in, bigirtana bin kilîtê.
Ne li Tirkiyê tenê, xiristiyanekî eynî tişt li kîjan welatê misilman kiriba, misilmanan ewê xiristiyanên wî welatî giş qir bikirana.
Li her dera dinyayê misilmanan ewê qiyamet rakira.
Lê misilman li hemberî vê barbariya li Fransayê, li hemberî masmosteyekî
firansiz bûye bêdeng in, bi hezaran danakevin kolanan û vê barbariyê protesto
nakin. Bira mahkûmkirin li wir bimîne, tew di ser da bi sedhezaran piştgiriyê
didin vê wahşetê.
Lê gava tiştekî wiha tê serê misilmanan, xiristiyan, siyasetmedar û
întellektuelên ewrûpî bêdeng namînin, tavilê cînayetê mahkûm dikin…
Heger li Afrîkayê jî sipiyekî, reşikek bi vê barbariyê bikuşta, li wir jî ewê
fermana sipiyan rakirana.
Fransizan heta nuha çipiska xwe jî bi çeçenekî, bi misilmanekî nekirine, misilmanek nekuştine, mal û milkên misilmanan talan nekirine. Çimkî firansiz medenî ne, ne hov û barbar in.
Lê ne fransiz tenê, ewrûpî giş wiha ne, ji me medenîtir in, ji me însantir in.
Erê rasîstên wan hene, lê dîsa jî ne barbar in, dibêjin dewlet heye, qanûn heye, sûcdar kî be dibê ew
ji alî dewletê ve were cezakirin.
Lê di civatên misilman û Afrîkayê da ev kultur, ev medenîyet tuneye, çimkî em
bi qasî ewrûpiyan ne medenî ne, dewletên me hîn ne tam dewlet in, miletên
misilman û afrîqî hîn ji barbariyê tam xelas nebûne.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar