Min xwest vê nivîsê bela bikim, lê bişkoka parvekirinê
tuneye.
Êdî gelek kes bi kurmancî dinivîsin.
Êdî gelek nivîskar û şairên bi kurdî dinivîsin çê bûne.
M. Zahîr Kayan, her nivîsa dinivîse, kin, dirêj, li ser çi dibe ferq nake, bi
eşq, bi hezkirineke kûr, bêkêmasî dinivîse.
Her tim bi hezkirina dildarekî, bi sadiqiya alimekî, bi îtînayeke mezin û bi
dîqeta edîtorekî dinivîse.
Ji karê xwe hez dike, dildarê karê xwe ye, lema jî naxwaze di nivîsa wî da
kêmasî û şaşîyeke herî biçûk jî hebe. Ev mezîyeteke pir muhîm e, bi her
nivîskarî û şairî ra tuneye.
Ziman, ne bi nivîskaran û şairan, ne bi kesên bi wî zimanî dinivîsin, bi kesên evîndarên wî zimanî ne, bi kesên bûne mecnûnên wî zimanî bi pêş dikeve.
Meriv çi kar kir dibê jê hez bike, bi dil û can bike...
Xwezî bi sedan, bi hezaran M. Zahîr Kayanê kurmancî hebûna…
Ev jî çend numûne ji nivîsên wî
".....dibe ku hin kes nizanin, zimanê
Kurdî seranser zimanê "eşqê" ye, ar û azarê "janê"ye,
wek wisa jî lîsanê "keserê, kelecanê, êsîriyê,
xerîbiyê, lalezariyê, sawseriyê" ye, lê di ezel de ev ziman zimanê
"ŞIÎRÊ", KILAMÊ, LAWJEYÊ, QEWLÊ, ZÊMARÊ, RUBAIYÊ, ŞATHIYEYÊ, AYETÊ,
WEHIYÊ, BEYTÊ, MESNEWIYÊ, LORÎKÊ ye, dengbêjan ev ziman wek evîneke bê demsal
di paşika dilî xwe de veşartine, parastine..."
di metnên xwe de li gorî rastinvîsîna Kurdî û li gorî
estetîka zimanê Kurdî di nav helwesteke watedar de nebin, ezê wana bi navê
mulhîd, zindîq û kafirên Îrana Antîk aforoz bikim, ciyê wan wê newala herî kûr
ya cehnemeyê be, ew Newala ku Kurd bi navê NEWALA KINEMINE yê, NEWALA WAWEYLÊ
dinasin... "
”…çend car e” ”reqaseya sifetdurr” li van deran tuneye,
kavilûvêran bûna meuxane
ne şi´r, ne felsefe, ne jî mefkûreya arifane têra me ”parsekan” nake
zîz nabe meşaleya hiş, çimkî demûdewran bê zewqûsefa nabe
qelem bê pîçî, pêçî bê ruh, ruh bê eşq, eşq bê meşk nabe…”
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar