Her cara ku sofî ji camiyê diçû mal, xanima wî tim jê dipirsî, digot:
- Sofî, ma mele îro çi got ?
Rojekê sofî ji nimêja îniyê hat, jinikê dîsa jê pirsî:
- Sofî, ma mele îro çi got ?
Sofî got:
- Wele mele got, kî şeva Îniyê here ba jina xwe, e’ynî wek
ku kafirekî bikuje, hewqasî xêr e.
Jinikê dengê xwe nekir. Êvara îniyê piştî ku şev zîz bû û
zarok di xew ra çûn, jinikê hêdîka niucand sofî, got:
- Sofî, qe rabe kafirekî bikuje, şeva îniyê, şeva xêra ye!
Sofî rabû kafirek kuşt. Bîstek din derbas bû, jinikê dîsa
niucand sofî, dîsa got:
- Hela rabe kafirekî din jî bikuje !
Sofiyê reben ji mecbûrî rabû bi hezar zor û zahmetiyê
kafirekî din jî kuşt. Welhasil jinikê bi vî havî çar kafir bi sofî dan kuştin.
Gava ku xwest sofî kafirê pêncan jî bikuje, qîrînî bi sofî ket, got bes e, ez
ji desthilanîn da ketim. Bi qîrîn û qerepera sofî ra zarok ji xew hol bûn,
lêwik got:
- Bavo çiye, çer bû ?
Sofî bi helke helkeke mezin got:
-Lawo, herb e, heb e, îşev li ser mêrikê diya te herba Qorê
ye! Ji êvar da ye ez dikujim û nakujim, dawiya kafiran nayê...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar