30 oktober 2020

Derewa di malê de

 Çend roj bûn gur li ser zenga diranan bû, ji birçîna qure-qura zikê wî bû. Westiyayî, bi halekî xerab xwe ji çiyê bera jêr da, çû pala xwe da zinarekî û di ber xwe da got:

- Ya Rebî, ma ev jî jiyan e ? Hema ruhê min bistîne û min ji vî halî xelas bike cêtir e.

Tam di wê bîstikê da nêçîrvanekî li jorî zinêr gava ji ser kevirekî xwe cindî ser kevirekî din kir, gomakî tu dibê ecêb ji bin nigê wî gundorî jêr bû, hat li ber nigê gur ket. Li ser vê, gur berê xwe qiyame kir, got:

- Malava! ma êdî meriv nikane di mala xwe da jî ji xwe ra derewekê bike. Te ev gomeyê tu dibê ecêb berra ser serê min feqîrî da ! Ma kî derewekê bike Tu gomeyekî wiha mezin berra ser serî didî?

 

Masî

Di pêşangeha Pablo Pîcasso da camêrekî ji temaşa risman zêdetir bala xwe dida navê tabloyan. Li ber rismê bi navê ”masî” sekinî, piştî ku demeke dirêj li risim nerî, ji yê kêleka xwe ra got:

-Tu bi qedrê Xwedê dikî, ma ku dera vî rismî masî ye?

Di wê bîstikê da Pîcasso ji kêlek wan derbas dibû, bi nezaket got:

-Ew ne masî ye.

-Ê heger ne masî ye, le çi ye?

-Risim e!

 

Meraq

Keçika biçûk ji diya xwe pirsî:

-Dayê, her tiştê li dinyayê dibe ma Xwedê dibîne?

-Erê, dibîne keça min, çawa nabîne.

-Ma her tiştê tê gotin jî dibihîze?

-Erê, dibihîze keça min.

-Her tiştê zarok dikin û dibêjin jî dibîne?

-Erê keça min, wan jî dibîne û dibihîze.

Keçik çend saniyan fikirî, got:

-Hahoo, ew jî merivekî çuqasî meraqdar e ...

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar