Di otoboza nava bajêr da çavê mêrik bi jineka pir qelaw ket. Ji jinikê ra got:
-Maşala, maşala, ma qey fîl jî li vê otobozê siwar dibin?
Jinikê xwe aciz nekir, got:
-Ev otoboz wek Keştîya Nûh e, ker jî lê siwar bûne û fîl jî.
Meraq
Keçika biçûk ji diya xwe pirsî:
-Dayê, tu bi bavê min ra çawa zewicî?
Jinik dageriya ser mêrê xwe yê lêvdaliqî, pozkuftikî û
çavbeq, jê ra got:
-Tu dibînî, gede jî fêm nake….
Girî
Yekî pir zengîn mir. Sînoyê bêkes di şînê da kûr, kûr
digriya, li çonga xwe dixist, digot wey li min bavo.
Yên li dorê jê pirsîn, gotin:
-Law tu ji bo hewqasî digrî, rahmetî ne bavê te ye, ne jî
merivê te ye?
-Ê ji xwe ez jî bo wê digrîm, ji şansê min î xerab ra ne bavê
min e…
Ne xwezî û ne jî pere
Belediya Anqerê cezayê tûkirina erdê kiribû 500 lîra. Kalekî
kurd bi rê da rastî zabîteyekî belediyê hat, silav lê kir û jê pirsî:
-Bira, minê ji te tiştek bipirsiya, dibêjin li gorî biryara
belediyê cezayê tûkirina erdê 500 lîra ye. Gelo cezayê tûkirina ruyê însanan çiqas
e?
Zabite keniya, got:
-Apo, li vî bajarî merivên tu tûyî ruyê wan kî hewqasî pir
in, hewqasî pir in, ji bo ku tu tûyî ruyê gişan kî ne xwezîya te têrê dike, ne
jî perê te…
Temen
Xoce Nesredîn li bajêr ji xwe ra qijikek(qirikek) kirîbû.
Yên qijik di dest Xoce da dîtin, meraq kirin, gotin:
-Xoce, ma te ev qijik ji bo çi kirî?
Xoce got:
-Min di kitêbekê da xwend, di wir da digot qijik kane heta
300 salî bijî. Min got ka ez bizanim gelo ev yek rast e ya derew e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar