Kovara
"BÎR"ê ji bo wefata Derwêşê Sado gotiye: "Gelê kurd mirovekî hêja
yê dozê, Derwêşê Sado wenda kir."
Adnan Firat Bayar jî ev sernivîsa Bîrê rexne kiriye, wiha gotiye:
"Ez dibêjim serê xwe bi van tiştan neêşînim lê mirov naqedîne. Vêca "Kovara Bîr" jî ji bo wefata insanan bibêje "wenda kirin" ka em çi bikin? "Hayatını kaybetti" ya tirkî ye. Tiştekî wisa di kurmancîyê de tune ye. Ez vêga herim ji dîya xwe re bibêjim "me Derweşê Sado wenda kir" dê dîya min bibêje "herin lê bigerin"
Ez dibêjim rexneya Adnan Firat Bayar di cî da ye, lê kurd vê formê pir bi kar tînin.
Ev forma tirkî di kurmancî da baş bi cî bûye û gelek kes bi
kar tîne. Gelek kes wiha dibêjin.
Bi tirkî wiha tê gotin, lê meriv bi kurmancî wa nabêje. Şaşiyên
bi vî rengî ne kovara BÎRê tenê, em giş carnan dikin.
Bêguman kes bi zanetî, bi qestî nake. Kêm, zêde em giş di
bin bandora tirkî da mane û ev yek xwe di axaftin û nivîsê da nîşan dide.
Ji bo şaşiyên wiha cî negrin, nebin kurmanciya her kesî, dibê
meriv bibêje ev şaş e, rexne bike, formên rast bibêje.
Lê hin form, hin qalibên tirkî em çi bikin jî dimînin û
dibin malê kurdî. Ez bawer dikim ev form jî yek ji wan e.
Her forma di tirkî da heye, her hawê bi tirkî tê gotin di
kurdî, kurmancî da tuneye, tu nikanî her tabîra, her biwêja tirkî tercumeyî
kurmancî bikî, nabe. Dibê meriv bi hawakî din bibêje. Lê hin tabîr jî dimînin û
dibin malê kurdî.
XXX
Stêrk TV di sernivîseke xwe da wiha nivîsî ye:
”Li cîhanê çend gund hene ku tenê jinan lê tê de jiyan
dikin.”
Stêrk Nûçe, bi kurmancî meriv wiha nabêje. Telewîzyoneke
kurdî nizanibe bi kurmancî cumleyekê rast binivîse şerm e. Ev cumle dibê wiha
be:
-Li cîhanê çend gundên tenê jin lê dijîn hene?
Ya jî: Li cîhanê çend gund hene tenê jin lê dijîn ?
Hasan
Çakmak: Mamoste,hûn çima şûna peyva hevokê "cumle"bikartînin?
Zinarê
Xamo: Gel "hevokê" bi kar nayne. Riste jî dibêjin, lê ez wê jî
tercîh nakim. Hevokê carnan bi kar tînim. Cumle pirtir tê fêmkirin û bêtir
kurdî ye.
Hasan
Çakmak: Nexwe mamoste em qet peyvên nû bikarneynîn!Berê çi peyv,bêje hatiye
gotin em tenê bi wan qayil bibin.
Divê em peyvên nû çêkin û zimanê xwe dewlemedtir
bikin.Tirkan jî berî digotin (cumle) lê niha (tumce) bikartînin.
Heta ji destê min tê zêde zêde bêjeyên nû
bikartînim.Fêhmkirina peyva (hevokê) ji bo xendekaran ewqas ne zor û dijwar e.
Di zimanê kurdî de standartek çêbe baştir e.
Silav û rêz.
Zinarê
Xamo: Birayê delal, min negotiye tu bi kar neyne, ya jî bira kes
"hevokê" bi kar neyne. Kî, kîjanê bi kar tîne serbest e, bi kêfa xwe
ye.
Ez cumleyê bi kar tînim, tu jî hevokê bi kar bîne, Gerek
meriv bikaranîna peyva ”cumleyê” wek şaşiyekê, wek sûcekî nebîne.
Cumle jî, hevok jî, riste jî malê zimanê kurdî ne, hersê jî
rast in, bi kurdî ne. Kî, kîjanê bi kar tîne serbest e.
Ji bo ku me peyvek nuh çê kiriye ne rast e em ya kevn ji
zimanê xwe bavêjin, li însanan yasax bikin.
Tirkan ”tumce” çêkirine lê ”cumle” ji zimanê xwe navêtine,
kes ji kesî ra nabêje:
”Te cima gotiye cumle ? Dibê tu bibêjî tumce !”
Welhasilî kelam di mesela zimên da dibê meriv teng nefikire,
wek pûlisê tirafîqê hereket neke.
Di nivîsê da, di axaftinê da ya muhîm sentaks e, dibê meriv
li wê miqate be, peyv bi kurdî ye, ne bi kurdî ye, ne meseleyeke esasî ye.
Hasan Çakmak: Spas mamoste.Wela em ne polîsên trafîkê ne.Ez
bixwe hemalê vî zimanî me.
Min xwest bibêjim peyva hevokê jî heye bila bala xwendekaran
bikişîne!
Em dev ji peyvên resen yên kurdî bernadin.Lê dinya alem hemû
pêşve diçin.Tiştên nû diafirînin divê em jî paşve nemînin.
Silav û rêz.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar