Ji zimanê xwe, ji welatê xwe, ji miletê xwe hez bike. Bi zarokên xwe ra, bi dost û hevalên xwe ra, li çarşî û bazarê bi kurdî bipeyive, bi kurdî bixwîne, binivîse.
Em asîmîle bibin, emê jî bihelin, bibin tirk. Yê dixwaze kurd bimîne dibê li zimanê xwe xwedî derkeve .
Zimanê me bingehê hebûna me ye. Kurdî bihele, wek ziman nemîne, kurd jî namînin. Li dinyayê miletê zimanê xwe ji dest dabe, asîmîle bûbe ew jî wenda bûye, çûye. Heger em naxwazin ev trajedî bibe aqûbeta me jî dibê em bi zarokên xwe ra bi tirkî nepeyivin, bi kurdî mezin bikin.
Dijminên me dixwzin bi rêya asîmîlasyonê me biqedînin, bikin tirk, em vê nêt û hedefa wan baş zanin. Dibê em vê nêta wan pûç bikin, xwe asîmîle nekin, zarokên xwe bi tirkî mezin nekin, xwe fêrî zimanê xwe bikin.
Ancax bi vê
rêyê em kanin hebûna xwe biparêzin.
XXX
Bi azardanê û zorê, bi gotina tahl meriv nikane kurdî bi
kesî bide fêrkirin.
Zimanê şîrîn mar ji qulikê derdixe.
Zimanê şîrîn kilîta dila ye. Ancax bi rexneya maqûl, bi
zimanê şîrîn meriv kane tesîrê li xelkê bike. Dibê meriv buhî xelkê neke.
XXX
-Însan her tim ne ji bo ku nizane deng nake. Carnan ji bo ku
nizane deng nake. Edebê zane deng nake, sebrê zane deng nake, hurmetê zane deng
nake.
Lê rastiyeke din jî heye, hinek jî ji ber newêrekî, bêxîretî
û bênamûsiya xwe deng nakin; ji bo ku bûne hevalên neyar deng nakin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar