31 maj 2021

Îro me wexta xwe da bîstanê xwe

Min û xanimê ji karê hewşê û bexçe nuh pişta xwe rast kir.

Li mala me gelek bizrên sebze, hişnayî(pel û pincar) û çîçekan hebûye, haya me jê tunebû. Em îro bêhemdî lê rast hatin.

Îra me mexzena xwe hinekî paqij dikir, me hin qirqafên ne lazim, cî li me teng kirine avêtin.

Sê sal in Tirkiye daristanên Kurdistana başûr dibirre

 


Serokê Îraqê Berhem Salih, xwedêgiravî nûnerê miletê kurd û Kurdistanê ye. Li ser navê kurdan bûye serok.

Wezîrê karên derve yê Îraqê Fûad Husên, xwedêgiravî nûnerê miletê kurd û Kurdistanê ye. Ew jî li ser navê kurdan bûye wezîr.
Lê fêdeya herduyan jî bi qasî serê derziyê jî ji kurdan ra tuneye. Meriv nizane Fûad Husên heye ya tuneye.
Xwedêgiravî li Kurdistanê hukûmetek heye, lê wek ku tunebe. Hukûmetê talana Tirkiyê bi dizî girtiye, haya medyayê, bîr û raya civatê pê nexistiye. 

30 maj 2021

Çima em hewqasî qelaw bûn ?

Berê em hewqasî ne qelaw bûn, çima me hewqas kîlo li laşê xwe zêde kir?
Dema meriv li rismên însanan yên 40-50 sal berê dinêre, jin, mêr, kal, pîr, xort, navsale her kes ji îro 20-40 kg zeîftir e. Yanî 40-50 sal berê her kes ji kîloyên xwe yên îro bi kêmanî 30-40 kg zeîtir bû.

Her kes kane li rismên xwe yên 30 sal, 40 sal, 50 sal berê binêre, ewê vê rastiyê bibîne.

Me do kosteka xwe qetand

 



Ji roja koronayê dest pê kiriye em di hundur mala xwe da bûbûn hefsî, ne kes dihat ba me, ne em diçûn derekê. Do Qutbedîn Aliş û xanima xwe em ji hundur derxistin, gotin bes e ji destê koronayê.
Me gişa derzî li xwe xistiye, lêxin werin ba me, emê him bîstekê sohbet bikin û him jî çêniyek goştê biraştî bi hev ra bixun.

Jixwe ez li tiştekî wisa digerîyam, min got baş e, me da rê û em çûn. Wîldan Tanrikûlû, Medenî Marşîl û xanimên wan jî hatin.



Yanî bi xêra Qutbrdîn me do kosteka xwe birrî, qeyd û berbendên koronayê virvirandin û em çûn.

Zêdeyî salekê ye me hev nedîtibû. Me hetanî derengê şevê him têr sohbeta xwe kir û du qedeh jî bi hev ra vexwar.
Rojeke xweş bû, mala Qutbedîn û xanima wî ava be.   

29 maj 2021

Zimanê cinet û cahnimê

Xortekî kurdek li Helebê li parqekê li ser kursîyekê rûniştiye, kitêbekê dixwîne. Erebek ji wir derbas dibe, bala xwe dide kitêbê, fêm nake bi çi zimanî ye. Dibêje:

-Bira, ew çi ye tu dixwîne?

Xortê kurd dibêje:

28 maj 2021

Tirk daristanên Kurdistana Başûr dibirrin, dibin Tikriyê

 


Tirkiye li Kurdistana Başûr ji alîkî da gundan yek bi yek ji kurdan vala dike, leşker û çeteyên xwe di wan gundan da bi cî dike, qereqolan lê dike, li aliyê din jî bax û bexçeyên Kurdistanê dişewitîne, daristanan dibirin, daran dibin Tikriyê.

Hukûmeta Kurdistanê jî li Hewlêrê rûniştiye û li vê dagirkeriya tirkan temaşe dike. Teslîmîyeteke wiha nehatiye dîtin, tu milet welatê xwe hewqas bi rehetî nade xelkê.

Bi sîleha xerabe şerê dijmin nabe

Yekî ji yê kal pirsî:

-Kalo, ev çi ye tu diçînî?
Kalo got:
-Kînga mezin bû tu yê bibînî.
Serxwebûnxwaz û nasyonalîstên kurd li Kurdistanê, di nava keç û xortan da, di nav miletê kurd da bizrê kurdperweriyê, nasyonalîzmê diçînin, gava ev bizir hişin hat, hûnê bibînin ewê çi berhemê bide!

27 maj 2021

Giş dizên qulekê ne

Hûn dibînin Tirkiye çi civateke genî û riziyayî ye; tirk miletekî çiqasî pûç û bêkêr e. Dewleta wan têkeve destê çeteyên mafyayê jî dengê xwe nakin.
Dewlet çi zulmê û bêqanûniyê bike jî tu carî dengê xwe nakin, serî hilnadin.

Ev çend hefte ne Sedat Pekerê mafya gelek cînayetên dewletê îfşa kirin, li ser wan gelek tiştên muhîm gotin. Lê hetanî nuha sawciyekî di heqê yek kesî da doz venekiriye.

Nuha li Kurdistanê wexta tûya ye

 



Nuha li Kurdistanê wexta tuya ye, dar xemilî ne. Yekî di feysê da rismê sênîyek tije tuyên reş belav kiriye.  
Dilê min bijiyayê, zaroktiya min, herdu darên li pişt xaniyê me, li hewşa Xaltiya Leylo anî bîra min.
Ez hildikişyam ser darê. Me cilek, paçek li ser xênî radixist û min dawdişand. Havînan me têr tû dixwar. Ew risim hat ber çavê min

Min bîstekê bala xwe da risim û ji xwe ra got, xwezî bi wan rojên zaroktiyê, xwezî ez nuha li Kurdistanê bûma, xwezî nuha li ser wê dara hewşa Xaltîya Leylo bûma..

Xewa min tê

Berbuyan çûn bûka xwe anîn, kirin kozê. Bû şev, dawet ferikî, her kes çû mala xwe.

Bûkê di kozê da pa, pa, Hesê zava nehat. Şev zîz bû. Bûkê hew sebir kir, rabû çû ji xwesîya xwe ra got:

26 maj 2021

Ez wek nêçîrvanekî tim li dû peyva xweş im

Di nivîsên xwe da ez carnan hin teşbîhan dikim, hin biwêj û peyvên, şîretên pêşiyan bi kar tînim, hin qirwelkan dibêjim, heneka dikim.
Kêfa xwendevanan ji qirwelk û gotinên wiha rav tê, dibêjin ”ma tu van entîkeyan ji ku tînî ?”
Ez kurd im, bi kurmancî zanim û ji zimanê xwe, ji folklora gelê xwe, ji edebîyata kurdî a devikî pir û pir hez dikim.

Derdê qerêş, av here ser êş

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî wek Devlet Bahçelî li Suleyman Soylu xwedî derketiye, gotiye heta sala 2023a ewê bi hev ra bin.

Jixwe şêleke eksî vê ne mimkûn e, Erdogan, Soylu bi tenê nahêle, nahêle kes toqê têxe hustuyê wî.

Heta Suleyman Soylu bi Erdogan ra bêbexiyê neke ewê emirber û toltajîyê Erdogan be û wer li ber deriyê wî be.

25 maj 2021

Rûvî berê nediçû qulikê hejikek jî bi dêla xwe ve girê da

 



Go rûvî berê nediçû qulikê, rabû hejikek jî bi dêla xwe ve girê da. Yanî tew xerabtir kir.

Di vî umrî da her roj 7-8 km, nêzî du saet meş ne bes e, min rabû darikekî meşê yê bi pompe jî ji xwe ra kirî, li serê xwe kir bela.

Bêxwedî di risim da pir xweşik xuya dikir, dilê min bijiyayê. Ez merivekî dilzîzî, dilbijok im, gava dilê min têkeve tiştekî, heger di hukmê min da be dikirim.

24 maj 2021

40 salîya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê pîroz be !

 


40 sal berê, di 22ê gulana 1981ê da 6 komeleyên kurdên Swêd destên xwe dan hev û bi hev ra Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê ava kirin.

Ji bo ku ez jî yek ji avakarên vê organîzasyona kurd a netewî bûm û min di her organa wê da wezîfe girt û xebitîm, ez pir serbilind û bextewar im.

Çarpel Medya
li ser 40 saliya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê bi çar serokên federasyonê û bi rojnamevan, nivîskar û kedkarê federasyonê yê salan Medenî Marsîl ra programek taybet çêkiriye.

Tansîyona siyasî bilind bûye

Ev du sê roj in hin kurd, hin nas û dost bi canê hev ketine, bi hêrs hev rexne dikin, dikin hev bixun.

Şexs, partî, rojnamevan gotinên giran ji hev ra dibêjin, hev û du bi tiştên giran îtham dikin.

23 maj 2021

Hêvî dikim posta Tirkiyê vê kitêba min jî wenda neke!

Îro min kitêba xwe ”Stirîyên me” şand ji Înan Eroglu ra. Li Swêd çend sal berê postexane girtin, kirin pirîvat, karên postê dane benzînxane û dikananan. Saet di 11a da ez çûm benzînxaneya nêzî çarşiya taxa me, ji bo ku kitêbê bişînim.

Ji şansê min ê xerab ra benzînxane girtî bû, gotin saet di yekê da vedibe...

Heta dewleta tirk ji me netirse ewê tim me bikuje

Ev demeke medyaya tirk û kurd qala vîdeoyên Sedat Pekerê mafîa dike, li ser tiştên Sedat Peker gotine minaqeşe û şirove tên kirin.

Sedat Peker di vîdeoya xwe ya 7a da gotiye wezîrê kar û bar yê berê Mehmet Agar, Savaş Bûldan da kuştin.

Ji roja Savaş Bûldan û hevalên wî û bi hezaran kurdên din hatin kuştin û vir da ye kurd dibêjin qatil dewlet e.

Senet

Yek hebû sinetê wî xesandina kûçika bû. Ji bo xesandina her kûçikekî pênc quriş heqê destmiza xwe digirt û dûra jî diçû bi deh qurişa dermanek dikirî, pê destê xwe dişuşt.

Rojekê jê ra gotin:

-Heyra, tu kûçikekî bi pênc qurişa dixesînî, dûra jî diçî dermanekî bi deh qurişa dikirî pê destê xwe dişo. Di her xesandinekê da tu pênc qurişî xisarê dikî. Çima tu vî karê bi zirar dikî?

Xeyaleke min

Ezê îşev*  xeyaleke xwe ji we ra îfşa bikim.

Her cara ez li dengê ûdê û kemanê û li sitranbêjekî ez ji dengê wî/wê hez dikim guhdarî dikim, kizînî bi kezeba min dikeve, ez dibêjim axxx, xwezî dengê min xweş bûya, xezî min jî kanîbûya bistira û li ûdê xista ya jî li kemanê xista.
Dengê ûdê min mest dike.

Ji dengê meyê jî hez dikim. Lê dengê ûdê ecêb e.
Gava Zubêr Salih li ûdê dixe û sitrana:

22 maj 2021

Fitrata dûpişkê


Rojekê li çolekê alimekî bala xwe dayê dûpişkek dike di çiravekê da bifetise. Dûpişkê di çiravê da li ber xwe dida, lê dikir, nedikir nikanîbû ji nav kortika avê derkeve.

Dilê yê alim bi dûpişkê şewitî, xwest alîkariya pê ra bike, ji mirinê xelas bike.

Ji ber merhemeta dilê xwe, destê xwe dirêjî dûpişkê kir, ji bo ku xelas bike.

Dibê meriv hewqasî rehet bi zimên nelîze

Kurd peyvên nuh pir rehet çê dikin û zû jî qebûl dikin. Ji van peyvan yek jî peyva, gotina ”pîşe” ye. Sinet, mesleg, zanaat kirine ”pîşe” !
Ji sinet, mesleg ra dibêjin "pîşe", ji sinetkar ra jî dibêjin "pîşekar."
Di çêkirina peyvan da medyaya kurdî, bi taybetî jî medyaya başûr a kurmancî roleke pir xerab dilîzin. Gotinên pir ecêb bi kar tînin û madê meriv ji kurmancî digerînnin.

21 maj 2021

Wek kurdekî ez jî piştgiriya vê pêşniyarê dikim

Dogû Perînçekê pantirkîst gotiye dibê êdî em li ser derketina Tirkiyê ji NATOyê bipeyivin.

Wê rojê Devlet Bahçelî jî eynî tişt got, wî jî got dibê Tirkiye ji NATOyê derkeve û binkeyên NATO yên li Tirkiyê giş werin girtin.

Ez jî bi ruh û can piştgiriya vê fikrê dikim. Serê salan e ez jî eynî tiştî dibêjim.

Şêwra ker û kûçik

Rojekê ker û kûçik gihîştin hev, dest pê kirin, li hal û hewalê hev pirsîn, derd û kulên xwe ji hev ra gotin.
Ker got:
-Birakê kûçik, ma xwedîyê te ji te ra çawa ye, zikê te baş têr dike, têr nake?
Kûçik got:
-Ma xwedîyê te merivekî çawa ye, qedrê te zane ya nizane?

Ker keserek kûr kişan, got:

20 maj 2021

Nûnera NY Plasschaert: Heger hûn yekîtiya xwe çênekin otonomîya we di talûkê da ye

Nûnera Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Jeanine Hennis Plasschaert, li Hewlêrê di konferansa "Yekrêzî û Destûrê" da ji nûnerên kurdan ra gotiye, yekîtiya xwe çêkin, hêzên xwe bikin yek.
Heger hûn viya nekin, heger hûn wiha du perçe û çend çerçeyî bimînin otonomîya we jî dikeve talûkê.

“Wisa bawer nekin ev otonomî ewê heta hetayî bimîne. Ji ber wê jî yekîtiya we garantiya mana vê statuyê ye.”

19 maj 2021

Gelo mimkûn e dîndarên tirk jî tiştekî wiha bikin ?


Hin dîndarên yahûdî ala filistîn dane destê xwe û bi filistîniyan ra dewleta xwe protesto dikin.

Ji çep û dîndarên yahûdî kesên piştgiriya filistîniyan dikin pir in, bi hezaran in. Û di her meş û protestoyên filistîniyan da hene.

Gelo mimkûn e çep û dîndarên tirk jî rahîjin ala Kurdistanê û bi kurdan ra dewleta xwe, zulma dewleta xwe protesto bikin?

Çep û dîndarên tirk jî bi qasî dewlet û faşîstên tirk li dijî azadîdiya kurdan û ala Kurdistanê ne.

Ev çendake tiştên esrarengîz tên serê bloga min

Ev çend roj in hin tiştên pir xerîb û esrarengîz tên serê bloga min hindik-rindik.

Berê Bloggspotê 9 nivîsên min ji bloga min avêtin. Bi xêra alîkariya Bedel Boselî û keftelefta min a du-sê rojan, min hew bala xwe dayê nivêsên min paş da hatine. Bedel got robot bi şaşî rakirine. Min nizanîbû robot nivîsan kontrol dikin.

Lê vê carê jî zimanê bloga min bûye tirkî. Zimanê bloga min swêdî bû, min neguherand, lê bi rengekî xeybana, zimanê blogê bûye tirkî.

Bûka hewşê xwe xemilad !

 


Bûka hewşa me, dara giryazê(gêlazê)kerasê xwe yê sipî-boz bera ser bejna xwe daye, ji temaşekirinê meriv têr nabe.

Dara sêvê hîn tam venekiriye, kulîlkên wê yên sor-sipî jî pir xweşik û nazenîn in.

Dar, dema kulîlka vedikin û dema mêwe digrin xweş in, meriv dixwaze lê temaşe bike.

18 maj 2021

Derîyê bihuştê

Li Îranê di meha remezanê da hêzên dewletê yekî kirmanşanî ji ber ku li derve cixare kişandiye digrin.

Him bi xwe lê dixin, him jî ji xelkê dixwazin ew jî werin lê xin. Çimkî lêxistina wan xêr e, ewê bibe wesîleya ew herin bihuştê.

Mezin reqisîn, biçûk hewisîn

Xeta xwar ji gayê pîr da ye.

Mezin reqisî, biçûk hewisî.

Mezinên me, serokên me bi pîşikên xwe yên xerab biçûk jî, gelek kurd jî wek xwe reqisandin, kirin pepûk û pêkenînên ber destên neyaran. 

Nesîhet

Jininikê çend quriş xist destê gedê li kuçê pars dikir, dûra jî bi dilşewatî jê ra got:

-Lawê min, çima tu naçî dibistanê tu vê derê parsê dikî?

Gedê parsek got:

17 maj 2021

Muştaq Ehmed Kerîmê li Mêrsînê tirkan ew nîvkuştî kirin xwe tam rezîl kiriye


Di 13ê mehê da 3 kesên tirk li nêzî Anamûrê êrîşî malbeteke hewlêrî kirin û kurdekî bi navê 
Muştaq Ehmed Kerîm giran birîndar kirin.

Gava bûyer di medyaya sosyal hat bihîstin, di 14ê mehê da serokê Baroya Amedê Nahît Eren bi heyetekê ra çûn Anamûrê ji bo ku di warê huqûqî da alîkariya malbatê bikin, doza wan taqîb bikin, abûqatiya wan bikin. Yanî wek kurd li wan xwedî derkevin, wan bi tenê nehêlin.

Mirin û merivê fêlbaz

Dibêjin rojekê mirin derket hemberî mêrik, jê ra got:

-Îro roja te ya dawî ye. Zû bide dû min, emê herin.
Mêrik ne li bende tiştekî wiha bû, matmayî ma, got:
-Ez ne li bende mirineke hewqasî zû bûm. Lema jî ez hîn ne hazir im.
Mirinê got:

16 maj 2021

Xelasiya me ji destê tirkan ewê çawa be?

Arîstophanes gotiye, ”tu çi bikî jî tu nikanî rastmeşandinê fêrî kevjalekî bikî.

Hûn çi bikin jî hûn nikanin neyartiya kurdan ji dilê tirkan derxin. Nuha ev ne mimkûn e.

Bi du şiklî tirk kanin dev ji neyartiya me berdin. Yek, dibê me biqedînin, li dinyayê kurdan nehêlin. Heta em hebin me rehet nahêlin.

Sosireta giran, Bloggspotê 9 nivîsên min rakirine !

Do bi şev dema min bala xwe da E-posta xwe (gmaîla xwe) ez matmayî mam, ez tevizîm !

”Bloggspot”ê, 9 nivîsên min ji bloga min rakirine, xera kirine.

”Blogger teamet”ê gotiye me bala xwe da van nivîsên te, me ew li dijî prensîbên xwe dîtin, lema jî jê birin.

Ji bo her nivîsê wiha gotine:

”Your post "Hindik mabû min îro kulîlkên xanimê ji bîr bikira" has been deleted.”

15 maj 2021

Tirkiye û çeteyên mafîa du birayên sîmbîyoz in

Ji berê û ber da ye dewleta tirkan hêzên faşîst û çeteyên mafîayê li ser xwe xwedî dike, çavê xwe ji wan ra digre.

Çimkî gava hewce be wan wek hêzeke teqwîye dajo ser kurdan, pê kurdan terorîze dike.

Ji bo wê jî di nabêna hukûmeta AKPê û Sedat Peker û Çakicî da girêdaneke sîmbîyoz heye.

Li Diyarbekrê kurd çima ne ji bona xwe, ji bona filistîniyan dimeşin ?

Li Diyarbekrê kurd çima ne ji bo xwe, ji bo filistîniyan meş û mitîngan çê dikin?
Çima li dijî dagirkirina Efrînê, Serê Kaniyê, Kerkûkê, Şengalê dernakevin, lê Îsraîl protesto dikin?
Sebê vê paradoksê çi ye, çima wiha dikin?
Gerek em sebebê vê korfahmiyê baş bizanibin.
Bi însên ra ruh û tamara millî, kurdayetiyê çiqasî kêm be, çiqasî zeîf be, însan hewqasî rehet dibe heyran û zilamê xelkê.

Nukteyeke pir manîdar

Hin nukte, pêkenînên siyasî hene ne tenê xweş in, tam li hedefê dixin, her wisa meriv ji wan ders û ibretê jî digire. Ev pêkenîna ezê li jêr qal bikim, bûyereke qewimîye, him meriv dide kenandin, him jî kûr, kûr dide fikirandin.

Pêşmergeyekî PDKa Îranê(Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê) û pêşmergeyekî KOMELA li ser qerekterê şoreşa Kurdistanê ketibûn gewriya hev. Gava Kurdistanê azad bikin, ewê dûzaneke çawa ava bikin, li hev nedikirn. Pêşmergeyê KOMELA digot:

14 maj 2021

Derd û kulên dinyayê hiş nehîştiye

Ev çend sal in ez her roj berê dîlokekê, dûra jî pêkenînekê dinivîsim. Carê ji ber êrîşa ser Efrînê, careke din jî dîsa ji ber êrîşeke tirkan bû min çend rojan nabên dayê. Wekî din min her toj bênabên ev rutîna xwe domandiye.

Min nuha ferq kir, vêsê min dîlok nivîsîye, lê pêkenîn nenivîsîye.

Bi vê aqilsivikiyê em ji xwe ra tu havlê nakin

Heger aqil bihata kirîn û firotin, minê kusêxê xaniyê xwe bifirota û ji kurdên muhîbên filistîniyan ra hinek aqil bikiriya.

Tu dibêjî belkî dema aqil par bû hin dîndarên me, ev muhîbên (heyranên) filistîniyan negihîştin ser, lema jî kêmaqil man. Ji ber ku kêmaqil in pir rehet dibin muhîbên xelkê, pir rehet dibin zilam û maşeyên destê xelkê û dijminên xwe.

13 maj 2021

Me îro hewşa xwe şên kir

Îro li Stockholmê tam havîn bû, 23 derece germ bû. Îsal cara pêşî ye em germîyaneke wiha zêde dibînin.

Min pantorê xwe yê kin li xwe kir, ez, xanim û lawikê me Rojen, me berê xwe da BAUHAUSê, me ji bo hewşê çend kulîlk û 5 torbe ax kirî.

Çep û îslamiyên tirk jî bi qasî dewleta xwe li dijî azadiya me ne

Partiya Komunîst a Tirkiyê gotiye “ew daxwaza gelê filistîn a serxwebûnê rast û bi heq dibîne, piştgiriyê didê.”

Lê ew li dijî serxwebûna kurda ye, dagirkeriya dewleta xwe diparêze.

Partiya Komunîst tenê ne wiha ye, dîndarên tirk jî eynî tiştî dibêjin.

Kes nikane kesî bi zor bike kurd

Keçeka êzdî ji ber ku yekî jê ra gotiye ”keça kurd” pir hêrs bûye, bûye wek mozeke azirî, gotiye "ji min ra nebêjin kurd, ez ne kurd im, ez êzidî me, êzdiyatî ne dîneke, qewmeke."

Hin kesan xwe aciz kirine, bi baweriya min dibê meriv xwe aciz neke.

Ev ne tiştekî nuh e, ji êzdiyan jî, ji zazayan jî yên dibêjin em ne kurd in pir in.

12 maj 2021

Herî kêmaqilên misilmanan kurd in

Li gorî Eflatûn, kêmaqilî bi ber du sebeban e. Yek, ji ber dînîtiyê ye, ya din jî ji ber cahiliyê ye.

Tirkan di nava 100 salî da bi milyonan kurd dîn kirin, cahil hîştin, kirin kêmaqilê misilmanan. Di nava misilmanan da miletê herî kêmaqil, herî xêv û totikvala kurd in.

Halê wan sed qatî ji yên filistîniyan xerabtir e, ji bo xwe tiştekî nake, tiştekî naxwaze, ji bo filistîniyan xwe perçe dike, porê xwe dirûçikîne.

11 maj 2021

Pir dilşa me, min kitêb îro şand ji weşanxaneyê ra

Min kontrola (redakteya) kitêba xwe îro qedand û şand ji weşanxaneyê ra

Ezê îşev rehet rakevim. Li ber çavê min bûbû çiya, min bawer nedikir biqede. Erê qediya, lê ez jî pê ra qedîyam.

Nuha, fena ku barekî giran ji ser milê min rabûbe, ez xwe rehet û serbest his dikim.
Karê neqede tuneye, kar çiqasî pir û zor be jî rojekê diqede. Lê dîsa jî destpêk zor e.

Tirk Kurdistana Başûr hêdî bi tevî erdê xwe dikin

Tirkiye êdî wek li bakur, li başûr jî gundan vala dike, dişewitîne, xelkê ji gind û malên wan derdixe, bi çolan dixe.

Bi topbaran û bombebaranan 10 gundên Zaxo vala kirine. Gundî ji malên xwe reviyane, kes newêre here mala xwe, ser zeviyên xwe.

Li ser derewa Taner Akçam: Mafê şeva gerdegê !

Taner Akçamê tirkê kemalîst çendakî berê îdîayek, virek avêt ortê, got li hin herêmên Kurdistanê ” bûkên êrmenî berî ku bi zavê ra têkevin gerdekê, mecbûr bûn bi axayên kurd ra razana.
Ev çendake hin kurd li ser vê meselê minaqaşe dikin.

Taner Akçem, wek çavkanî jî Lazerev  nîşan da. Di kitêba Lazerev da qala tiştekî wiha tê kirin, lê wek îdeyekê, ne bi îspat û delî.

10 maj 2021

Kûçikê alman û kûçikê kurd

Yekî li Almanya û yekî kurd li parqekê kûçikên xwe digeriandin. Li hev sekinîn, ji hev ra qala kûçikên xwe kirin.

Yê alman pir pesnê kûçikê xwe da, got ez kanim 10 Euroyî bidimê, bibêjim here ji min ra pakêtek cixare bikire. Derxist 10 Euro da kûçikê xwe û jê ra got here ji min ra pakêtek Marlbro bikre û were.

09 maj 2021

Serokwezîrê Îsraîl Netanyahu rast gotiye

 


Serokweşîrê Îsraîl Benjamîn Netanyahu, qerekter û îdeolojiya welatên misilman xweş tarîf kiriye, gotiye:

”Heger em kurdan wek dijminê xwe bibînin, welatên misilman giş ewê me wek birayê xwe qebûl bikin.”

08 maj 2021

Dixwazin filistînî bibin xwedî dewlet, lê li dijî dewleta kurdan e

Sebebê ku tirk, faris û misilamên dinyayê giş dijminatiya Îsraîl û yahûdiyan dikin mesela filîstîn e.

Ji bo ku Îsraîl serxwebûna filistîniyan qebûl nake, tirk, faris û misilmanên dinyayê Îsraîl rexne dikin, dibêjin ev neheqîye, dibê filistînî bibin xwedî dewleteke serbixwe.

Xanimê nanekî xweş lêxist, lê ji bêşansiya wê ra şor e


Îro xanima min bû nanpêj. Nanê xwe baş lê xistiye, lê şor kiriye. Heger xwe ji min venediziya, bi dizî hevîr nekira, ez li ser serî bûma, nan şor nedibû.

Xwest ji min ra surprîzekê bike, marîfeta xwe nîşanî min bide, lê şoriyê pê ra bêbextî kir.

Nanê me qadiya bû. Min got xanim, ev serê salekê ye ez nanpêjiyê dikim, ji min heta vir. Îcar dora te ye...

07 maj 2021

Tirk Kurdistana Başûr jî dikin Efrîn

 


Tirkiye li ber çavê me Kurdistana Başûr gav bi gav dagir dike, gund bi gund digre û lê bi cî dibe.

Tirkiye bi hêzeke mezin ketiye nava Kurdistanê, gundên li ser sînor û yên nêzî sînor yek bi yek vala dike, gundîyan ji malên wan derdixe û bi çol û çepelan dixe.
Ji ber bombebaran û topbaranên Tirkiyê, li Kanî Masê ya Amêdiyê 32 malên gundê Kêste dest ji mal û zeviyên xwe berdan û mahcir bûn.
Ev sosireteke mezin e !

Dudu ji me yek ji wan

Rojekî yekî sûnî li gundekî elewîya bû mîvanê malekê. Bala xwe dayê malxuya malê bi navê Omer ban lawê xwe dike, jê ra dibêje:

-Omer were, Omer here. Omerê min, hela were vira...

Navê lêwik bala mêrik kişand, ji jinikê ra got:

06 maj 2021

Tirk û îsleha gur

Mûsa Pêyxember ewê deveya xwe li derve şevder bihîşta. Lê ditirsiya gur deveya wî bixwin.

Destê xwe li ber Xwedayê xwe vegirt û got:

-Ya Rebi, tu gur îsleh bikî, bila deveya min nexwe!

Bû sibe, çû bala xwe dayê deve diçêre, gur li kêleka devê hişk bûye, miriye

Nostaljîya 20 salîyê

Ev çend roj in gelek kes rismên xwe yên 20 saliyê belav dikin. Mesele çi ye, ji bo çi ye ez nizanim.

Giş jî xortên çeleng in, wek artîsta ne.

Û ya herî balkêş, bêyî îstîsna, hemû jî zeîf in, wek mankêna ne, yekî zikmezin û hûrmezin tuneye. Dilê meriv dibejê, meriv dibêje ev û ne yekî din…

05 maj 2021

Hêvî dikim korona êdî xwe nêzî me neke

 


Xanima min jî  îro vaksîna(aşîya) xwe bû. Em ji barekî giran xelas bûn.
Lawikê me pêr jê ra wext veqatand. Em vêsê zû ketin rê çûn ciyê derziyê li meriv dixin.
Xwedê kir derziya wê jî wek ya min Pfizers bû. Baş bû ne Astra Zeneca bû.

04 maj 2021

Întîhal ne xweş e !

Wê rojê di malpereke bi navê ”Cafe Forum”ê da bi tesadufî ez rastî çîrokek xwe hatim.

Malperê çîroka min a bi navê  ”Serpêhatiya hesp û ker”  bi navê ”Qijik û rûvî” weşandiye.

Swêd ketiye feqeke pir xerab

Şevê çûnî li taxa me dîsa xortekî 19 salî gulebaran kirine, lawik xelas nebûye, miriye.

Sibe, dusibe îcar hevalên wî ewê ji gurûba din yekî bikujin û heyafa wî hilînin. Û ev ewê wiha dom bike.
Salê çûnî bi vî hawî 366 kes gulebaran kirin, 47 kes  ahtin kuştin û 117 kes jî birîndar bûn. Bi sedan teqîn bûn.
Yên wenda û bi kêran hatine kuştin ne tê da ye, ev reqem tenê gulebarankirin e.
Swêd Meksîko jî derbas kiriye, çete rojê li derekê hevdu gulebaran dikin.

03 maj 2021

Redaktekirina kitêbekê zor e

Redaktekirina Antolojiyê mailik li min viritand, çav li min kor kir, piçek ronîya di çavan da mabû ew jî xera kir.

Ev çend rojn in ez dixwînim û dixwînim, rast dikim û rat dikim bêxwedî naqede. Hîn bi zorê gihîştim nîvî.

Berê, di dema Armancê da min zû redakte dikir, lê nuha kal bûme, pir hêdî dixwînim, zalimên xemîşokan tê dizên, dawî lê nayê. Li dora 200 heb xemîşok/çîrok in. Lema jî xwendina wan wextê digire, ez jî pir bi dîqet dixwînim. Ji bo ku bêşaşî be. 

02 maj 2021

Diza ji diza dizî, erd û ezman tev lerizî

Tirkekî kalpazan li ser 20 milyar dolarên Thodexê revandiye, anonsek belav kiriye. Di anonsê da ji kesên şîrketa Thodexê ew xapandine ra gotiye, kî 500 tl yî bide min, ezê perê wan ji Thodexê bistînim û paş da bidim wan.

750 kesî jê ra pere şandine. Bi vî hawî, wî jî 750 kesên berê ji teref Thodexê va hatibûn xapandin, vê carê jî wî ew xapandine.

Çaqo

Di dawiya salên 1950î da li rojavayê Kurdistanê ji bo avakirina partiyekê Mam Celal, apo Osman Sebrî û Rewşen Bedirxan xanim civiyane, ji bo avakirina partiyekê li ser nava dipeyivin, ewê bi kê ra bipeyivn, bi kê ra nepeyivin. Her kes fikrê xwe dibêje.

Mam Celal kîjan navî pêşniyar dike, Rewşen Bedirxan xanim dibêje:

01 maj 2021

Jin çawa kanin çend karan bi hev ra bikin ez matmayî dimînim !

 Ez fahm nakim jin ya jî hin însan çawa kanin çend karan bi hev ra bikin û dest û nigên wan li hev negere ?

Jin, hevîr dikin, şîva wan li ser kuçik e, li gedê xwe miqate ne, bi zarokên din ra dipeyivin, benîştê xwe dicûn, li muzîkê gudarî dikin, feraxan dixin makîna şuştinê, çaya xwe vedixun, yanî kanin çend karan bi hev ra bikin,
Ez bi xwe nikanim, ezê têkevim sitreseke mezin...