Ji roja koronayê dest pê kiriye em di hundur mala xwe da
bûbûn hefsî, ne kes dihat ba me, ne em diçûn derekê. Do Qutbedîn Aliş û xanima
xwe em ji hundur derxistin, gotin bes e ji destê koronayê.
Me gişa derzî li xwe
xistiye, lêxin werin ba me, emê him bîstekê sohbet bikin û him jî çêniyek goştê
biraştî bi hev ra bixun.
Jixwe ez li tiştekî wisa digerîyam, min got baş e, me da rê û em çûn. Wîldan Tanrikûlû, Medenî Marşîl û xanimên wan jî hatin.
Yanî bi xêra Qutbrdîn me do kosteka xwe birrî, qeyd û berbendên koronayê virvirandin û em çûn.
Zêdeyî salekê ye me hev nedîtibû. Me hetanî derengê şevê him têr sohbeta xwe kir û du qedeh jî bi hev ra vexwar.
Rojeke xweş bû, mala Qutbedîn û xanima wî ava be.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar