22 maj 2021

Fitrata dûpişkê


Rojekê li çolekê alimekî bala xwe dayê dûpişkek dike di çiravekê da bifetise. Dûpişkê di çiravê da li ber xwe dida, lê dikir, nedikir nikanîbû ji nav kortika avê derkeve.

Dilê yê alim bi dûpişkê şewitî, xwest alîkariya pê ra bike, ji mirinê xelas bike.

Ji ber merhemeta dilê xwe, destê xwe dirêjî dûpişkê kir, ji bo ku xelas bike.


Lê dûpişkê di wî halî da jî xwest bi mêrik vede.
Alim destê xwe şûnda kişand, hinekî sekinî, lê dîsa destê xwe dirêj kirê.

Dûpişk dîsa xwest pê vede. Alim destê xwe bi lez paşda vekişand.

Lê didît dûpişk li ber mirinê ye, heger xela neke ewê bifetise.

Lema jî nexwest terkê bike. Lê her cara dixwest xelas bike jî, tu nedima pê vede. Bi vî hawî pir li ber hev dan.

Yek li wir rûniştibû, li alim temaşe dikir, mêrik xwe ranegirt, ji alim ra got:

-Ma tu nabînî, ewê bi te vede, tu çima israr dikî ? Bihêle bira bifetise.

Alim çoyê destê xwe dirêjî dûpişkê kir, ew ji nav avê derxist; dûra jî berê xwe bi mêrik da kir, jê ra got:

-Ji bo ku di fitrata dûpişkê da pêvedan heye, çima ezê dev ji hezkirina di fitrata min da heye berdim?
Ez zanim, heger fersendê bibîne ewê bi min vede, lê dîsa jî ez nikanim dev ji hezkirinê û merhemata dilê xwe berdim, ev jî fitrata min e.

Tirk ji me pir nefret dikin, ji ber wê jî heta nuha xerabî û zulmên pir mezin li me kirin, hîn jî dikin. Dixwazin bi asîmîlasyonê me bikin tirk. Ji bo ku bigihîjin vê hedefa xwe her zulmê, her barbariyê li me dikin, nahêli em bîna xwe bigrin. Li sê beşên Kurdistanê bîn li çikandine, me ji malên me, ji gundên me derdixin û xelkê tê tê da  bi cî dikin.

Çi zulmê li me dikin jî dilê wan rehet nabe, dixwazin hinekî din bikin, dixwazin wek milet qira me bînin, li dinyayê kurdan nehêlin.

Wek fitrata dûpişkê em bi vê îdeolojî û hedefa tirkan zanin, lê dîsa jî emê wak wan bêûjdan, bêmerhemet û zalim nebin. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar