Di nivîsên xwe da ez carnan hin teşbîhan dikim, hin biwêj û
peyvên, şîretên pêşiyan bi kar tînim, hin qirwelkan dibêjim, heneka dikim.
Kêfa xwendevanan ji qirwelk û gotinên wiha rav tê, dibêjin ”ma tu van entîkeyan ji ku
tînî ?”
Ez kurd im, bi kurmancî zanim û ji zimanê xwe, ji folklora gelê xwe, ji edebîyata
kurdî a devikî pir û pir hez dikim.
Edebîyata kurdî ya devkî derya ye, bax û bexçeyekî pir dewletî ye, bi sedhezaran kulîlkên rengo rengo tê da hene.
Ez dikevim nav vî bexçeyî û li gorî kêfa dilê xwe diçinim û dûra jî li xwendevanên xwe belav dikim; ji bo ku bîn û boxa van kulîlkan hinekî bi serê wan jî keve.
Nivîs û kitêbên folklorîk, yên li ser edebîyata kurdî a devkî dixwînim û gava
wezna wê tê jê fêdê digrim, di nivîsên xwe da bi kar tînim.
Meriv li dû çi be wî bi dest dixe. Ez wek nêçîrvanekî tim li dû peyv û
qirwelkên gelêrî me, gava rastî wan têm, di nivîsên xwe da bi kar tînim.
XXX
Bîstek berê min derzîya korona(Covîd-19) a duduya jî li xwe
xist. Yanî min wezîfa xwe kir, tedbîra xwe girt. Êdî ma ez û şansê xwe. Hêvî
dikim dîsa jî bela xwe di min nede.
Min ji bîr kir risim bigrim, di ya pêşî da min risim girt, lê
vê carê min ji bîr kir. De bi îcar jî bira bêrisim be.
Lê min ne tenê risim ji bîr kir, min qarta aşiyê jî bi xwe
ra nebiribû, gerek mohr bikirana. Çaxa dora xanimê hat, ezê pê ra herim, bidim mohrkirin.
XXX
Ji do êvarî da ye li Stockholmê ezman qelişîye, baraneke wer
dibare dinya di ber çû.
Ji şevê çûnî da ye qet venekiriye, bi zirp dibara, bi kûzan
dike erdê. Lê li hewşa me dîsa jî gol çê nebûye, wek erd serad be, çiqasî
dibare jî li erdê kom nabe, aşît ranabe.
Baranek hewqasî bi zirp, 24 saetan bênabên nayê bîra min.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar