27 maj 2021

Xewa min tê

Berbuyan çûn bûka xwe anîn, kirin kozê. Bû şev, dawet ferikî, her kes çû mala xwe.

Bûkê di kozê da pa, pa, Hesê zava nehat. Şev zîz bû. Bûkê hew sebir kir, rabû çû ji xwesîya xwe ra got:

-Hesê we tê, Husê we tê, kî tê bira êdî were; şev çû, xewa min tê.

 

Ma Pêxember jî çûbû Hecê ?

Kalê gundî nuh ji Hecê hatibû. Melê gund û çend gundî bi hev ketin çûn xêrhatina wî. Piştî mîvanan ava Zemzem vexwarin, hecî ji melê gund pirsî, got:

-Mele, ezê pirsekê ji te bikim.

Mele got:

-Kerem bike.

-Ez meraq dikim. Ma tu dibê Mihemed jî çûbû Hecê?

Mele got:

-Kîjan Mihemed?

-Mihemd lo, Mihemedê me.

Mele pirs dîsa fêm nekir, got:

-Hecî, Mihemedê me kî ye?

-Mihemed lo, Mihemdê Pêxemberê me…

 

 Xerabîya Ruhustîn

Mêrê jinikê ji nişka va mir, jinik pir li ber ket. Demakê bî ma. Dûra çavê xwe vir da, wê da gerand, ji xwe ra yek dît û pê ra zewicî.

Navê mêrê wê yê nuh jî wek yê berê Hemo bûye. Wek mêrê xwe yê berê ji mêrê xwe yê nuh pir hez kiriye. Ji Ruhustîn ra gotiye:

-Ji Hema hetanî Hema, Ruhustîno, xerabîya te bi te ma.

 

Daxwaza ji gel

Yekî li Anqarê li ser dîwarekî wiha nivîsîbû:

-Rayên xwe nedin bêşerefan !

Yekî din jî li binî wiha gotibû:

-Baş e, emê gurra te bikin. Lê yên bi şeref kî ne? Min bala xwe da navan min kes nedît. Heger tu yekî bi şeref nas dikî, xêra xwe navê wî bibêje.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar