Serokweşîrê Îsraîl Benjamîn Netanyahu, qerekter û îdeolojiya welatên
misilman xweş tarîf kiriye, gotiye:
”Heger em kurdan wek dijminê xwe bibînin, welatên misilman giş ewê me wek
birayê xwe qebûl bikin.”
Tu welatekî misilman tiştê ji bo filistîniyan dixwazin ji bo me kurdan naxwazin. Ne tenê naxwazin, li dij in jî, naxwazin kurd li tu beşekî Kurdistanê azad bibin.
Ji bo wê jî tu welatekî misilman piştgiriya azadî û serxwebûna kurdan nake, piştgiriya Sûriyê, Îraqê, Îranê û Tirkiyê dikin.
Ev jî nîşan dide ne Sûrîye, Îraq, Îran û Tirkiye tenê, welatên misilam hemû neyartiya me dikin, dixwazin kurd li dinyayê nemînin, giş bihelin, bibin tirk, ereb û faris.
XXX
Bi rastî gotiye, negotiye ez nizaninm, lê alimên misilman
dibêjin Mihemed Pêxember gava ketiye Mekê, gotiye: ”Hubbul weten mînel îman !”
Yanî hezkirine weten/welat ji îmanê ye.
Merivê ji welatê xwe hez neke, li dijî dagirkirina welatê
xwe dernekeve, bibe heval û alîkarê kesên welatê wî/wê dagir kirine, ew kes
alimekî heftê ilm be jî merivkî bêîman e.
Lema jî dîndarên, bawermendên bûne hevalê dewleta tirk, bûne heval û şûrkêşên hukûmeta AKPê, ew him xayinên miletê xwe ne, him jî bêîman in.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar