Ji berê û ber da ye
dewleta tirkan hêzên faşîst û çeteyên mafîayê li ser xwe xwedî dike, çavê xwe
ji wan ra digre.
Çimkî gava hewce be wan wek hêzeke teqwîye dajo ser kurdan, pê
kurdan terorîze dike.
Ji bo wê jî di nabêna hukûmeta AKPê û Sedat Peker û Çakicî da girêdaneke sîmbîyoz heye.
Çakicî û Sedat Peker çeteyên hukûmetê yên siwîl in, ne
mimkûn e hukûmet zirarê bide wan.
Meriv notirvanê xwe, peyayê xwe, paşmêrê xwe nagire, ceza
nake.
Çakicî û Sedat Peker û bi sedan çeteyên wek wan hêza dewletê
ya antî-kurd in.
Hukûmeta AKPê tu carî vê hêzê lewx nake. Ev hêza –çete-mafîa
hîmekî esasî ya dewleta tirka ye.
Bi vê hêzê Tirkiye ji rûman-yûnanan, ji êrmeniyan, ji
yahûdiyan paqij kirin û dest danîn ser mal û milkên wan.
Nuha jî dora kurda ye, vê hêza faşîst-mafîa îcar jî li
hemberî kurdan bi kar tînin. Berê jî gelek caran bi kar anîne.
Qet xwe newestînin, hukûmet vê têkiliya xwe ya sîmbîyoz a bi Sedat Peker ra qut nake, ew dê û dot in.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar