02 maj 2021

Çaqo

Di dawiya salên 1950î da li rojavayê Kurdistanê ji bo avakirina partiyekê Mam Celal, apo Osman Sebrî û Rewşen Bedirxan xanim civiyane, ji bo avakirina partiyekê li ser nava dipeyivin, ewê bi kê ra bipeyivn, bi kê ra nepeyivin. Her kes fikrê xwe dibêje.

Mam Celal kîjan navî pêşniyar dike, Rewşen Bedirxan xanim dibêje:

-Na, bi kêr nayê, yekî bêkêr e.

Mam Celal hin navên din dibêje, lê Rewşen xanim dîsa li dij derdikve, dibêje:

-Na, merivekî bêkêr e, bi kêrî tiştekî nayê…

Piştî civînê Mam Celal, apo Osman Sebrî xewle dike, bi rengekî matmayî jê ra dibêje:

-Apo, min pir şerm kir, Rewşen xanim çawa dibêje ”kêr”?

Apo Osman Sebrî dikene, dibêje:

-Celal, ”kîrê” me û yê we sorana ne wek hev e…

Soran ji kêrê ra dibêjin ”çaqo”, nabêjin kêr. Kêr, bi soranî ”kîr, penîs” e. Ji bo wê jî kêrhatinê jî bi kar naynin.
Lema Mam Celal şaş fêm kiriye.

 

Qasid

Rojekê ji kerê ra gotine:

-Wa ye qasid şandine pê te, te diezimînin dawetê.

Ker kenîyaye, gotiye:

-Ji xêrê ra ban min nakin, miheqeq dikin ava xwa bi min bidin kişandin, lema ban min dikin.

 

Endîşe

Du kalên dostên hev rastî hev hatin, dest bi sohbetê kirin. Yek pir xemgîn bû. Kalê din jê pirsî:

-Tu pir xemgîn xuya dikî. Sebebê vê xemgîniya çi ye?

-Sebebê xemgîniya min talîya min e.

Çima tu ji talîya xwe ditirsî ? Tiştê bûye sebebê vê endîşeya te çi ye?

-Serpêhatî û tarîxa min...

 

Nifir

Jinik ji mêrê xwe ti tije bû, dest bi nifira kir, got:

-Mêro, tu bî, birûska serê sibê li can û bedena te keve!

Deng çû mêrik, mêrik, kenîya, got::

-Xatûn, wele ne ez ji ber kulînê derdikevim û ne jî birûska serê sibê li min dixe.

 

Dewlemendiya dereng

Bilêta serêsalê ya yekî heyştê salî lêxist, perakî pir girt. Bi wî perê xwe li orta bajêr evdesxaneyek(tualetek) mezin da çêkirin. Nas û dostên wî giş ecêbmayî man, jê ra gotin:

-Ma tu dîn bûyî, çima tu wiha dikî?

Kalo kenîya, got:

-Perê ku piştî heyştêyî tê min dibîne ji min ra nelazim e. Ya çêtir ew e milet here bi ser da birrî û bimîze...

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar