Arîstophanes gotiye, ”tu çi bikî jî tu nikanî rastmeşandinê fêrî kevjalekî bikî.
Hûn çi bikin jî hûn nikanin neyartiya kurdan ji dilê tirkan
derxin. Nuha ev ne mimkûn e.
Bi du şiklî tirk kanin dev ji neyartiya me berdin. Yek, dibê me biqedînin, li dinyayê kurdan nehêlin. Heta em hebin me rehet nahêlin.
Ya jî, dibê em ji bindestiya wan xelas bibin û Kurdistan çê bibe. Bêyî van herdu riyan tirk bela xwe ji me venakin.
XXX
Kevjal xatûn û keça xwe li kêlek bahrê, di nav qûmê da hêdî
hêdî xwe li ba dikirin. Kevjal xatûn bi keça xwe da xeyidî, got:
-Wer xwaro maro nemeşe, xwe rast bike !
Kevjala biçûk awirek da diya xwe, got:
-Hela carê tu rast bimeşe, ji bo ku ez jî ji te fêr bibim.
Berî ku meriv şîreta li xelkê bike dibê meriv rast be, her
dera meriv wek deve ne xuloxwarî be..
XXX
Dera pez lê hebe gur jê kêm nabe. Tirk, faris û ereb li me
bûna gurên har, li her dera Kurdistanê êrîşî me dikin.
Di nav wan ga gurên herî har, herî devbixwîn tirk in, tim li
pêşiyê ne, tim di êrîşê da ne.
Ev keriyê guran dema bi hev dikevin, em hienkî rehet dikin,
bîna me tê ber me. Lê zû li hev dikin, şerê wan tu carî nabe şerekî dirêj û
daimî.
XXX
-Gava qijik dest bi vîçînê û qîjewîjê dikin, bilbil dev ji
xwendinê berdide, hus dibe.
-Yê rez dixemilîne bilbil e, lê belê yê hejîran dixwin qijik in.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar