Hin nukte, pêkenînên siyasî hene ne tenê xweş in, tam li hedefê dixin, her wisa meriv ji wan ders û ibretê jî digire. Ev pêkenîna ezê li jêr qal bikim, bûyereke qewimîye, him meriv dide kenandin, him jî kûr, kûr dide fikirandin.
Pêşmergeyekî PDKa Îranê(Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê) û pêşmergeyekî KOMELA li ser qerekterê şoreşa Kurdistanê ketibûn gewriya hev. Gava Kurdistanê azad bikin, ewê dûzaneke çawa ava bikin, li hev nedikirn. Pêşmergeyê KOMELA digot:
- Gava em li Kurdistanê werin ser hukim, emê dîktatoriya
proleterya îlan bikin.
Pêşmergeyê PDKa Îranê li dijî vê dîtinê derdiket, digot:
- Law malneket, carê li Kurdistanê çîna proleterya tuneye, çawa
ewê were ser hukim? Tiştekî wiha ne mimkûn e.
Pêşmergeyê KOMELA jî
digot:
- Çawa li Kurdistanê proleterya tuneye? Sekreterê we Qasimlo
bîst sal berê di kitêbek xwe da gotiye li Kurdistanê çîna proleterya heye. Here
bixwîne…
Li ser vê îddîayê, pêşmergeyê PDKê dengê xwe birriye, êdî
nikanîbûye tiştekî bibêje.
Di ser ra demek derbas bûye, ew pêşmerge rojekê rastî Dr.Qasimlo hatiye, jê ra
qala vê minaqaşa xwe ya bi pêşmergeyê KOMELA ra kiriye û dixwaze bizanibe wî
tiştekî wiha nivîsîye ya na?
Qasimlo gotiye:
- Ê baş e te jê ra got çi ?
Pêşmerge milê xwe hil kiriye, gotiyee:
- Ma êdî min kanîbû çi bigota!
Qasimlo gotiye:
-Hema te yê bigota 20 sal berê, sekreterê min jî ehmeqekî
wek te bû!
Xwezî her siyasetmedarê me wek Dr. Qasimloyê gorrbihuşt wiha
jîr û zana bûya…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar