Ez ji henek û mîzahê hez dikim û carnan jî baş, xerab xwe
tevê dikim. Ne di destê min da ye, kurmê wê bi min ra heye. Ji xwe mîzah jî ew e, kurmê şîrî ye.
Babetekî(genrekî) edebiyatê yê bi navê mîzahê tunebe jî, lê dîsa jî henek ne
karekî heneka ye, karekî, ”sinetekî” pir cidî ye, jê ra zanîn û hosteyî lazim e. Meriv
lê dixe, birîn dike, lê birîn xuya nake.
Di rojên xerab da, di demên zor da mîzah bîna însên fire dike, lê li alî din
sîleheke xurt e jî.
Nuha ji me ra herdu jî lazim in.
Ne di her nivîsa min da, lê di gelekan da mîzah heye. Hin
caran însan vê yekê fêm nakin û netîceyên şaş ji nivîsên min derdixin. Bi qasî
mîzahê, fêmkirina wê jî hunereke, jê ra zanîn û kulturek lazim e.
Mîlan Kundera li ser mîzahê gotiye:
”Li welatekî bêyî mîzah nayê jiyîn. Lê belê di civateke hewcedariya wê her tim bi
mîzahê heye jî jiyan qet ne xweş e, nayê kişandin.”
Çi heyf wek miletekî bêdewlet û bindest em di civateka wiha da dijîn, hewcedariya
me tim bi mîzahê heye.
Dîtina Rifat Ilgaz a li ser mîzahê. Dîtineke balkêş e, min
tercumeyî kurmancî kir. Rifat Ilgaz(1911-1993)nivîskar û şairekî tirk e.
”Babetekî (genrekî) nivîsê, edebiyatê yê bi navê mîzahê tuneye.
Babetên(genrên)edebiyatê roman e, çîrok e, meqale ne, bîranîn in. Name jî babetekî/genrekî
nivîsê ye, lê mîzah ne genreke edebiyatê ye. Heger babet bûya ewê teknîka wê
hebûya.
Mîzah uslûbeke, şêwazeke. Şiklekî nêrîna li civatê ye. Mîzah kane şiîr be,
çîrok be, roman be. Mîzah ne babet e, uslûb e. Taybetiyeke mexsûsî mîzaca we,
xuyê we ye, çêjneke.
Ji babetên(genrên)edebiyatê ra şarezayî, teknîkê lazim e. Tu vana bi cî bînî serketin
mimkûn e.
Mîzah çi dixwaze?
Ji bo ku mîzah ji mîzaca însên tê ne zanîn e, nayê bi destxistin. Ne teknîke
jî. Heger di xulqîyeta însên da ev taybetî hebe mîzah kane serketî be. ”