Ez û xanim her roj 9-10 km dimeşin. Tim ez di pêş wê da me û ew çend gavan li dû min e. Gav û saetê ez li bende disekinim.
Ev yek tempo û balansa meşa min xera dike. Ez dixwazim zû bimeşim, sureta xwe zêde bikim, lê wê demê jî ew ji min dimîne.
Axir ez pê ra ketime belayê, lê bê wê jî nabe, çimkî şêwra wê xweş e, tim mijarekê dibîne û em li ser dipeyivin. Bi piranî jî em kevir û kuçikan li tirkan, li û Ewrdogan dibarînin.
Mijara me ya din jî Swêd û swêdî ne, em ji siyaseta hukûmeta Swêd ne razî ne, em ji pirbûna xerîban gazinan dikin.
Ez 7 salan jî ji xanimê mestir im, lê dîsa jî nagihîje min...
Îro min jê ra got xanim, bira rojekê tu têketa pêş min, minê qurbanek bida.
Ji min ra got, ez ne wek te me, ez li der û dora xwe, li xwezayê, li çûkan mêze dikim; tu sere xwe dikî ber xwe û dimeşî, tu tahmekê ji xwezayê nagirî…
Yanî ji xwe ra qulpek dît, xwe kir xwezahez...
Ji dêli teslîm bibe, bibêje wele ez nagihîjim te, dibêje ew ji xwezayê, ji siruştê hez dike, lema jî hêdî hêdî dimeşe û li dû dimîne…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar