04 april 2020

Bejna min ziravtir e ji minara Sêrtê


Ev dûrikên, dîlokên ez her roj yekê di facebooka xwe da diweşînim ne yên min in, dûrikên gelêrî ne. Ji xwe xêzika jibergirtinê(-) tim li ber heye, yanî ne ya min e, min ji derekê girtiye, îşareta wê ye.

Piştî çend heb dikevin ser hev, ez di bloga xwe da diweşînim û li wir dibêjim min ji ku girtiye.

Ev dûrikên, dîlokên nuha diweşînim min ji kitêba “Zargotina Kurdên Sûriyê” ya Celîlê Celîl girtine.
Di bloga min Hindik-Rindik, di beşê edebiyatê da hûn kanin bixwînin.



-Bejna min ziravtir e ji minara Sêrtê
Sîng û berê min xweştir e ji hejîrê Şengalê,
ji dimsa Xarpêtê,
Seara serê sibehê ramûsanekê ser can û cesedê te da berdim,
her sibeh Încêlên wan di destê wan da ne ji dêrê tên.

-Ewrek li ezmana çê dibe reş momin e
Şeva nîvê şevê guhê nivînê hil de,
bikeve bin e
Ji Xedê teala banê banî pê va kes nizane ez û tu ne.

Heyva gundê me heyvek sava
Xwezî rojê li min û lawkê min hilatbaya neçûba ava
Keleş dosta te yek e,
xizêmşor e,
dêm digul e,
awir şewat e,
mina kevoka li ser delava.

-Min lawikê xwe dîtiye li ber dikana hedada
Simêlsoran simêl bada
Heçî di neqeba min û te da bi neqencî bipeyive
Negihîje tu mexsed û tu mirada.


///Ji Zargotina Kurdên Sûriyê
Amadekar Celîlê Celîl

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar