27 april 2020

Min gelkî dixwest van kesan yadname binivîsandina


Girtina notên rojane fêrbûneke, adeteke gelkî baş e. Meriv her roj hestên xwe, serpêhatiyên xwe, bûyerên muhîm dibîne binivîse tiştekî pir baş û bi feydeye. Her kes viya qebûl dike, lê dîsa jî her kes nanivîse.

Bi swêdî ji notên rojane ra dibêjin ”dagbok” yanî deftera rojane.

Bi tirkî jê ra dibêjin ”gunluk”, yanî nivîsên rojane. 

Hin kurd dibêjin ”rojnivîs, ya jî notên rojane.


Bi farisî, bi erebî, bi îngilîzî jê ra çi dibêjin ez nizanim. Bi baweriya min meriv kane bibêje yadname jî. Belkî navekî hîn xweştir jî hebe ez nizanim. Lê yadname xweş e.

Ez jî yek ji wan kesa me yadnameyê muhîm dibînim, lê nanivîsînîm. 

Min çend caran ceriband, lê min bala xwe dayê ez ji heq dernakevim. 

Yadnameya min bloga min e, malperên min yên facebookê û twîtterê ne.

Notên rojane, rojnivîsk, ya jî yadname meriv aşîneyê nivîsînî dike, li nivîsandinê dibanîne, qabîlîyeta meriv ya nivîsê, aliyê meriv yê edebî bi pêş dixe. Heger ew alî bi meriv ra hebe xurt dike û derdixe meydanê.

Bi yadnameyê, notên rojane da meriv zimanê xwe baştir dike, bi pêş dixe, gotinên nuh tîne bîra xwe, fêr dibe. Bi vî rengî zimanê xwe, xezîna xwe ya gotinan dewlemend dike. 

Gelek kes di xortaniya xwe da dest bi nivîsên rojane dikin, lê dû ra dev jê ber didin, nadomînin.
Çimkî jê ra disîplîn û îstîkrar lazim e. Her kes nikane vê îstîkrarê nîşan bide.

Ji bo ku yadname/rojnivîs her roj tê nivîsîn bi tarîx e, yanî roj, meh, sal diyar e. Ev yek jî ji bo hin tiştan dibe wek delîl û belgeyên tarîxî, bi saya nivîsên rojane meriv tiştan ji bîrkirinê xelas dike û dike belgeyên tarîxî û nemir.

Hin psikolog dibêjin yadname, girtina notên rojane aliyê meriv yê rexnegeriyê û xwerexnekirinê bi pêş dixe. Hêza xeyalkirinê bi meriv ra xurt dike û meriv fêrî îstîqrarê dike.

Di nav kurdan da kesên yadnameyan dinivîsin hene, tunene ez baş nizanim. Em ji bîranînên Kemal Burkay fêr dibin wî bi dûzan notên rojane girtiye. 

Necmedîn Buyukkayayê rahmetî jî yadname, notên rojane nivîsîbûn. Viya em ji kitêba wî ”Kalemîmden sayfalar”ê fêr dibin. Ne bi dûzan be jî rojane not girtiye.

Xwezî di nava kurdan kesên yadname dinivîsin zêde bûna û berhemên wan bihatana weşandin.

Min gelkî dixwest Îbrahîm Halîl Baran, Mihemed Ronahî, Sidqî Zîlan, Mehmet Sanri, Abdulah Keskîn, Ahmed Zekî Okçuoglu, Ceng Sagniç, Mucahît Bîlîcî, Necat Zivingî yadname/rojnivîs nivîsîbûna. 

Bêyî van min gelkî dixwest hin jin jî di vê qadê da hebûna, wan jî yadname binivîsanda.

Miheqeq gelek kesên din jî hene, ez nizanim. Hinek jî nuha nayên bîra min.

Ez îro fêr bûm, Emer Farûk Baran jî ev 20 sal in ”rojnivîskan” dinivîse. Bi vê xeberê ez pir kêfxweû bûm. Qelema wî xurt e, rojnivîskên wî ewê pir balkêş bin. 

Ez van navan dibêjim ji ber ku di medyaya sosyal da ez dibînim ew xwedî qelemeke xurt in, zêde dirêj nakin, kin dibêjin, lê pîr dibêjin û xweş dibêjin. Di yadnameyê da ev qabîlîyet gelkî muhîm e, her kes nikane kin bibire lê xweşik li hev bîne û gelek tiştan bibêje.

Ji bo wê jî ez dibêjim xwezî van kesên min navên wan gotin ji dêlî twîttan ve bi dûzan yadname, rojnivîsk binivîsandana. Ji bo tarîx û edebiyata me ewê gelkî baştir bûya, ewê kar û xizmeteke pir baştir bikirana.

Hêvî dikim ev kesên min navên wan gotin yadnameyan, rojnivîskan dinivîsin.

Kafka, Stefan Zeweig, Albert Camus di edebiyata dinyayê da çend nivîskarên yadnameyên wan bi nav û deng in.
Di edebiyata tirkî da jî yadnameyên Nurulah Ataç, Salah Birsel, Cemal Sureyya, Tomris Uyar meşhûr in.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar