18 april 2020

Kerê efendiyan



Du rêwî bi rê da rastî bîstanekî tên. Dikevin bîstên û zebeşekî li gor dilê xwe jêdikin. Gava zebeşê xwe hûr dikin, yek dibêje:

-Hinekî pê ve bihêle, bira xwediyê bîstên bibêje yên ketine bîstanê min efendî bûne.

Yê din ji kojandina qalikan pir hez dike, dibêje:


-Na welle were em baş bikojin, bira bibêje kerê van efendiyan jî hebûye.

Girîyê ji bo ker
Gundî bala xwe didinê melê gund li ber termê kerê xwe yê mirî rûniştîye û kûre kûra wî ye digrî. Jê ra gotin:
-Mele, malneket, jina te mir hêsir bi çavên te neket, lê ji bo mirina kerekî piştkurmî tu rûniştiyî û wek zarokan hêsiran dibarînî. Ma ev bi te dikeve?
Mele got:
-Dema jina min mir, we hemûyan ji min ra got, ”xwe zêde li ber nexe, emê yeka çêtir ji te ra bînin.” Ê de ka ji min ra bibêjin, heta nuha we kê ji min ra gotiye ”megrî”, emê kerekî baştir ji te ra bikirin?


Dema tirs tunebe
Demekê Mîrê Botan ji bo ku kes nêçîra teyr û tulûran neke, tivingên du lûle jî tê da, hemû sileh qedexe kiribû.
Yekî gundî li pala çiyê rûniştibû û westa xwe digirt. Bala xwe dayê qebe qeba kewekî ye li hember wî dixwîne. Gava çavên wî li kewa tu dibê bet dikeve kesereke kûr dikşîne û di dilê xwe da dibêje ”ax ax, bira nuha tivinga min bi min ra bûya!”
Dû ra jî berê xwe dide kewê û dibêje:
-Piştî ku mîrekî wek Mîrê Botan li pişta te be, ma çima tu yê wiha nexwînî û li ber min nekî qebeqeb?

Çi ji min ra…
Xwedê lawek da pîreka xulamê axê. Rabûn çûn xeber dan xulêm, gotin mizgîniya me li te, lewek ji pîreka te ra bû. Xulêm got:
-Heyran çi ji min ra, herin mizgîniyê bidin mala axê, çimkî xulamekî din ji wan ra hatiye dinê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar