08 april 2020

Çiya ban dikir çiya


-Çiyako, şewitîyo, kakil û kuncî
Ezê bêjim: Koçero, sebra dilê mino, were bilindcî
Xweziya dilê min bi wî xortî,
bi nigê xwe geriya,
bi çavê xwe dît,
bi dilê xwe zewicî.


-Ava çemê me çirvît e
Çakêtê delalê min heft bêrîk e
Xwezîka min wê, navê delalîkê wê Elîk e.

-Çiya ban dikir çiya
Darên hûr ban dikirin qirş û deviya
Kerassoran ban dikirin taqîsipîya
Kulîlk û gulbendên berriya jêrîn tev keniya
Sal û zemanê xerab bi ser me da hatin
Destê min û delalê malê ji hev qetiya.

-Roja me derkete ji alîyê Bota
Şewqa xwe daye bejn û bala xortê Kurdisyanê,
qîzan û xorta
Ji xêra Xwedê ra, Xwedê miradê miradxwazan kiribaya,
bira min kirasê li bedena xwe bifrota.

-Mala me cîranê mala we bû
Min û xelkê delal soz û qirar bi hev ra dabû
Soz û qerarên me bûn kaxeza sipî, zû wenda bû.

-Roja me derketiye ji kenarê vê Îranê
Şewqa rojê daye ometa Mehemed,
bejn û bala xortê Kurdistanê
Feleka malşewitî xayin e, ez negîhamê.

-Min lawikê xwe dîtiye li ber dikana hedada
Simêlsoran simêl bada
Heçî di neqeba min û te da bi neqencî bipeyive
Negihîje tu mexsed û tu mirada.

///Ji Zargotina Kurdên Sûriyê
Amadekar Celîlê Celîl


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar