22 april 2020

Dibê meriv kanibe bi herdu elîfbeyan jî kurdî bixwîne


Min çend caran hewil da fêrî elîfbeya kurdî ya herfên erebî bibim lê min nebir serî. Carê çûm qursê jî lê milet nehat, qurs belav bû.

Ez hinekî zanim, bi zor kanim bixwînim, lê pir hindik. Ez vê yekê ji bo xwe wek kêmasiyeke mezin dibînim û ji bo ku heta nuha fêr nebûm şerm dikim.


Bi baweriya min her kurdê bi siyasetê û bi karê nivîsîsê mijûl e dibê bi her du elîfbeyan(latînî û erebî)bizanibe. Bi taybetî jî nivîskar û edîbên bakur dibê miheqeq elîfbeya kurdî ya erebî jî bizanibin.

Di vî warî da kurdên rojhilat, rojava û başûr ji me kurdên bakur pir baştir û bi şanstir in, ew kanin bi herdu elîfbeyên kurdî jî bixwînin û binivîsînin. 

Kurdên bakur, siyasetmedar, nivîskar, edîb û ronakbaîrên bakur ev yek pir îhmal kirine û fêrî soranî û elîfbeya kurdî ya erebî nebûne.

Dibê meriv fêr bibe.

Bi taybetî xort dibê fêr bibin. Ev yek ewê him ziman û edebiyata me bigihîne hev û him jî me wek milet bêtir nêzî hev bike.

Meriv elîfbeya kirîlî jî fêr bibe baş e, çim kî gelek berhemên kurmancî bi elîfbeya kirîlî hatine nivîsîn. Bi baweriya min elîfbeya kirîlî meriv kane di rojekê da fêr bibe. 

Çend sal berê ez fêr bûm û min gelek tişt bi kirîlî xwendin. Dû ra min dev jê ber da û min bir kir. 

Lê fêrbûna kirîlî wek erebî ne zor e, meriv kane di rojekê da fêr bibe. Lê elîfbeya erebî pir zor e. Bi min wiha tê.

Memet Sanri: Mamostayê ezîz bawer bike, tu hefteyekê mereqa xwe bidî ser hewce qursê nake dê tu pir rehet fêr bibî. Bawer bike wekî elfabeya latînî hêsan e:)
Bes çawa divê guhê mirov li dengan aşne be, divê çavê mirov jî wesa li elfayê aşna bibe.

Zinarê Xamo: Ez hinekî îdare dikim. Lê têrê nake, dibê hinekî din bi pêş da bibim.

Mehmet Sanri: Dema ez zarok bûm min Quran heya ko"qar'a bikim"=xwendin,min xwendibû.Lê min"hicirî"=heceleme nekirubû. Paşê min destê jê berda ti caran nedihat bîra min ko dê kêrî tiştekê jî bê.Dema piştî deh salan ez çûm Kurdistanê min li lewheyan nêrî,min dıt ez dikarim bixwînim,pir şaş bûm:)

Memet Sanri: Lê bi rastî di dema pêşiyê de min tiştek zêde ji rojnameyên başûr fêm nedikir. Ji ber ko guhortin di çend tîpan de kiribûn dema ez serwextî wan tîpan jî búm, min dît ko hiç ti problem tune ye:)


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar