22 april 2020

Berpirsiyarê qirra ermeniyan ne kurd in, Dewleta Osmanî ye



Di malpera "Nûpel" ê da yekî bi navê Firat Aydinkaya li ser kurdan û ermeniyan nivîseke li dijî kurdan a pir xerab û neyarane nivîsîye.

Nivîs bi tirkî ye û navê nivîsê: ”Di 8 pirsan da kurd û Jenosîda ermenîyan” e.

Di nivîsê da dibêje heger ne ji kurdan bûya ermenî bi vê derecê nedihatin qetilikirin, yên ermenî ji Kurdistanê paqijkirin kurd in; lema jî gotinê tîne wê maneneyê fena ku qatilên  mezin ne tirk in, kurd in.


Rastî eksê vê ye, heger ne organîze û dedstûra dewletê bûya kurdan nikanîbûn ermeniyan bikujin. Eksê vê tahrîfat e.

Ayşe Hur a dîroknas jî ji nivîsê pir hez kiriye, gotiye ”nivîseke pir cesûr, pir net e. Tiştê dibê were gotin, bêyî ku gotinê vir da, wê da bibe û bîne gotiye, Firat Aydinkaya, wek her tim…”

Ev pesnên Ayşe Hurê ji nivîsa Firat Aydinkaya xerabtir e, diyar e ew jî di hundurê xwe da yeka dilnexwaz û xêrnexwazeka kurda ye. Ji bo ku Firat Aydinkaya jenosîda tirkan kiriye, kiriye hustuyê kurdan gelkî kêfa wê hatiye, ew pîroz kiriye. 

Ayşe Hur dîroknas ne, ew baş zane heger ne emir û organîzeya dewletê bûya ne kurdan û ne jî kesekî din kanîbûn qetlîameke heqasî mezin bike. Mimkûn li hin kurdan li deran çen ermenî bikuştina, lê nikanîbûn qirra ermeniyan bînin û milyonek ermenî bikujin.

Ez Firat Aydinkaya, vî neyarê kurdan û zilamê dewleta tirk nas nakim. Gelo kurd e, ji ku ye?
Gerek kurd vê vê nivîsa wî bêbersîv nehêlin.

Ez nabêjim kurd qet tevî qetlîamê nebûne. Rast e hin kurd beşdarî qetlîamê bûne, lê bi organîze û destûra tirkan bûne, wek çeteyên dewletê hatine bikaranîn. Dibê dîroknas van kesan bi belge derxe û nîşan bidin çi sûc kirine. 

Lê li alî din dibê meriv guh nede dîroknasên tirk û ermenî tenê, dibê dîroknasên kurd jî gotina xwe bibêjin û bersîvê bidin îdîayan.

Çimkî di dema qetlîamê da kurd ne xwedî dewlet bûn û ne jî artêşeke wan hebû. Kurd jî wek ermenan bindest bûn. 

Heger dewletê hin kurd, hin eşîr di qetlîamê da bi kar anîne ev ne sûcê miletê kurd e, yê dewletê ye. Dewletê ji gelek miletên din jî însan bi kar anîn. Ereb, azerî,  gurcî, çeçen jî di qetlîamê da hatin bikaranîn. Kes qala ereban û miletên din make. 

Îttîhaçiyan biryara qetlîamê dabûn û ev yek li hin deran bi artêşa xwe û li hin deran jî bi merivên xwe da kirin. 

Dera ermenî herî lê pir bûn Kilîkya, herêma Edenê bû, tirkan qetlîama herî mezin li wir kirin, ermenî li wir paqij kirin. 

Loma jî wek milet di qetlîama ermeniyan da tu berpirsiyariyeke miletê kurd tuneye, berpirsiyar dewleta tirk e. 

Dewletê fermana ermeniyan derxit, ne kurdan.
Dewletê ew mecbûrî koçberiya mirinê kirin, ne kurdan.
Dewletê ew şandin mirinê, ne kurdan.
Dewletê mal û milkên wan ji wan stend û li kurdan û xelkê din belav kir, ne kurdan.
Dibê meriv viya bibîne. 

Yanî hêza biryara qetlîamê da gerek were dîtin. Di nava qatilan da çete û piyonên ji her miletî hene. Lê yê li pişt wan, yê emir daye wan dewleta tirk e.

Li alî din di dema şer û qetlîamê da bi sedhezran kurd jî telef bûne, ji alî rûsan û ermeniyan ve hatin kuştin û koçberkirin. 

Ji Serhedê bi sedhezran kurd berbî başûrê Kurdistanê ve bi çolan ketin û tî û birçî di riyan da qefilîn, mirin. 

Îro li gelek bajarên Kurdistana bakur(Riha û qezayên wê, Diyarbekir û hin bajarên din) û li başûrê Kurdistanê bi sedhezaran mahcirên serhedî yên wî şerî û yên wê demê hene. Vana hemû ji ber taşnakan reviyan û bi çolan ketin.

Ji Betlîsê, ji Agiriyê, ji Mûşê, ji Wanê bi dehhezaran kurd ji kêfa nehatin Diyarbekrê, Wêranşarê, Swêregê, Rihayê û bajarên din. Ew ji ber rûsan û ermeniyan reviyan. 

Yanî ne ermenî tenê, kurd jî hatin kuştin, ew jî koçber bûn. 
Ermenî û xelkên din yên xwe dibêjin, dinivîsin. Ji dêlî ku kurd jî yê xwe bibêjin, qala mirî û zirar û ziyanên ermeniyan dikin, bi yek gotinê jî qala miriyên xwe nakin.

Firat Aydinkaya çima qala kurdên hatine kuştin û bi çolan ketine nake, çima nabêje dibê ermenî jî kurdên kuştine qebûl bikin. Çima qala beşdariya ferdên miletên din nake?
Ma kurd tenê hatin bikaranîn?
Ma kurdan qet zirar nedît? 
Ma kurd qet nehatin kuştin?

Tirk dixwazin qetlîama wan bi plan û program kirine têxin hustuyê kurdan. Û hin kurd jî bi dilxwazî û pir bi hêsayî vî sûcê giran qebûl dikin, ew jî dixin hustiyê kurdan.

Kurd ne berpirsiyar û sûcdarê qetlîama ermeniyan e, sûcdar îttîhatçî û tirk in, dewleta tirk e. Lê ji kurdan, ereban, çeçenan û gelên din jî hin kes bikar anîne. Ev rast e. 

Dewlet nuha jî hin kurdan li hemberî kurdan bikar tîne. Nuha jî bi wan sûc dide kirin. Ji ber ku dewlet emir dide, organîze dike loma jî sûcdar jî ew e.

Bikaranîna hin kurdan bi daxwaz û emrê dewletê bûye. Dewletê nexwesta, nehîşta, piştgirî nedayê kurdekî jî nikanîbû tiliya xwe berbî ermeniyekî bikira. Dema yekî kir jî dibê bigirta, ceza bikira.
Heger dewletê bixwesta ewê qatil û çete bihatana girtin. Lê em zanin ji ber vê yekê dewletê kes negirtiye, kes ceza nekiriye. 

Bira cezakirin li wir bimîne, walî, mamûr û kesên sûc kirin û tevî qetlîamê bûn xelat kirin, îmkanên mezin dan wan. Di vî warî da gelek belge hene.

Firat Aydinkaya qala waliyê Diyarbekrê, Mêrdînê, hin mamûrên dewletê û hin kesên beşdarî qetlîamê bûne dike. 

Rast e, lê ew ne walî û mamûrên Kurdistanê û dewleta kurd bûn, ew walî û mamûrên dewleta osmanî bûn. Eşîrên, kesên li Diyarbekrê tevî qetlîamî bûne merivên dewletê bûn û bi organîzeya dewletê kirin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar