23 april 2020

Min texmîn nedikir Swêd vê qeleşîyê bike !


Resûl Ozdemîr


Min qet bawer nedikir Swêd ewê kurdekî û him jî 15 sal ceza lê hatibe birrîn teslîmî Tirkiyê bike. Min got belkî lawik revandibin.

Lê wa ye rast e, bi rastî jî teslîmî Tirkiyê kirine…

Ez şok bûm !

Min ji Swêd qeleşiyeke wiha nedipa…


Lê ji bo Swêd û dewletên ewrûpî qîmeta me kurdan bi qasî mirîşekê jî tuneye. Dibê em viya baş bizanibin.

Swêd terorîstên Daîşê, hevalên Daîşê, kesên li Swêd sûcên terorîstî kirine, kesên bombe teqandine, însan kuştine, tecawizî jinan kirine, şêlandin kirine paş da naşîne, kesî teslîmî welatê wan neke, dibêje heger em teslîm bikin jiyana wan kane têkeve tahlûkeyê.

Lê Resûl Ozdemirê 23 salî ji bo ku kurd e, ji bo ku bêkes û bêdewlet e firotin Tirkiyê.

Tiştê polîsê Swêd kiriye him sûcekî li dijî mafê mirovî ye û him jî namerdî û bênamûsiyeke mezin e.

Xeber nedana malbata wî, xeber nedane abûqatên wî, kurdê bêkes bi dizî wek berxekî avêtine ji ber keriyê guran da. Telîmkirineke bi vî rengî, bê haya abûqatê wî, di van rojên koronayê da çûyin û hatine tuneye tiştekî pir û pir ecêb e, meriv nikane bawer bike. Dibê ji bo wî balafireke xusûsî anîbin.
Ev teslîmkirin ne li gorî rûtîna Swêd e, di bin viya da hin tiştên tarî hene, dibê malbat û abûqatê wî vê têkilioya tarî eşkere bike. 

Tufî li we û li mirovahiya we were! 

Tiştê we kiriye qeleşî û namerdîye, ji bo Swêd rûreşiyeke mezin e. Dibê kesên ev sûc kirine derkevin û werin cezakirin. 


Di bûyerên wiha da medyaya swêd qiyametê radike, rojnamevan diçin bi gewriya berpirsiyan digrin.

Lê ji bo ku Resûl Ozdemîr kurd e, telewîzyonan di xeberan da qet qal nekirin. rojnameyan bi yek rêz jî li ser nenivîsîne. Yanî medyaya swêdî ji bin da qala vê skandala mezin nake, bêdeng e. Ev jî ne normal e, pir ecêb e. Çima wiha bû ez fêm nakim.
Tenê Radyoya Swêdî beşê kurdî xebera bûyerê daye.

Heger terorîstekî îslamî, ereb bûya telewîzyonê, medyayê ewê bikirana xebera pêşî. Lê ji bo ku yê bi vê bêbextiyê  hatiye teslîmkirin kurd e, kes hêjayî qalkirinê jî nabîne.

XXX

Pirsek !în
Medya ya tirk dibêje Swêd kurdekî bi navê ”Resûl Ozdemîr ” do teslîmî Tirkiyê kiriye.

Xwedêgiravî Resûl Ozdemîr berpirsiyarê xortên PKKê yê Cizîrê bûye, birîndar bûye û îsal îltîcayî Swêd kiriye û Swêd jî do ew teslîmî Tirkiyê kiriye.

Ez bi xeberê matmayî mam !

Swêd bi dizî kurdekî teslîmî Tirkiyê nake. Heger tiştekî wiha kiribe sosireteke pir mezin e.
Fena ku di xeberê da pîncîtiyek, tiştekî vedişêrin hebe. Teslîmkirina Swêd bi vî hawî nakeve serê min.

Ya din heta nuha di medyaya swêdî û kurd da jî qet qala vî xortî û teslîmkirinê nehat kirin.
Gelo ev çi mesele ye, kesên vê meselê zanin hene?



XXX
Swêd xortekî kurdê 23 salî bi şiklekî bêqanûnî, neînsanî û namerdane teslîmî Tirkiyê kiriye.
Bala min lê ye 10 kurd vê bêbextî û zulma Swêd şermezar nakin, tiştê min gotiye naecibînin.
Çiqasî şerm e !
Lê bi minasebeta bûyerên wiha meriv qerekterê civata xwe nas dike...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar