30 juni 2023

Xortê me yê dawî jî bû 30 salî

Xortên me nuh çûn. Me 30 saliya ifara xwe ya dawî, lawikê xwe yê biçûk pîroz kir. Şahiya me baş derbas bû. Bi xêra 30 saliya xortê xwe em gişk hatin ba hev, 6 saetan em bi hev xenê bûn.

Min û baranê li ber hev da, geh barî, geh vekir, lê axirê ne sar bû, heta derengê şevê em li hewşê rûniştin, me têr sohbet kir.

Ifara me ya dawî jî îro dibe 30 salî

Îro rojbûna lawikê me yê biçûk e, dibe 30 salî. Di jiyana însên da 30 sal demeke muhîm e.

Ji do da ye me haziriya xwe kiriye, emê jê ra festeke biçûk çêkin, girîlekê bikin.

Lê ji şansê xerab ra îro danê esir karekî wî yê mecbûrî heye, ji ciyê kar dibê here wir. Em hêvî dikin zû biqede. Nikanibe zû were ne baş e. Do em gelkî westiyan.

29 juni 2023

Li ser şewitandina Quranê

Do îraqiyekî, qeşmerekî, provakatorekî bi navê Selwan Momîka li Stockholmê Quran şewitand. Selwan Momîka suryanîyekî îraqî ye.

Berê jî yekî danîmarkî du caran qeşmeriyek wiha kir û bû sebebê bûyerên mezin.
Îro li Bexdayê wek protesto qonsolosxaneya Swêd dagir kirine. Ez bawer dikim mesele ewê hîn mezintir bibe.

Ez ne merivekî bawermend im, baweriya min bi dîn û Quranê tuneye. Lê tiştê tê kirin ez rast anbînim. Li ber mizgeftê, li ber kesên bawermend şewitandina Quranê ne rast e, heqareteke li kesên bawermend e.

Çîroka mişkê mişkxur

Li ser mişkan çîrokek deryavanên îngilîz a meşûr heye. Di keştiyê da mişk rehetiyê nadin wan, riyeke pir ecêb dibînin, qira mişkan tînin: Çîrok wiha ye:


Di keştiyeke îngilîz da mişk pir in. Gelek feq datînin lê mişk naqedin. Dûra çareyeke din dibînin û bi wê metodê qira mişkan tîin.

Deryavan(keştîvan)di keştiyê da mişkekî digrin û dikin tenekeyekî vala, bi rojan tî û birçî dihêlin.

28 juni 2023

Ev ne koçberîyeke normal e

Li rojhilatê Kurdistanê rewş çi ye ez baş nizanim, lê herçî bakur, başûr û rojavayê Kurdistanê ye ji ciwanan vala dibin, tên valakirin.

Koçberî berê jî hebû, ji hin herêmên serîhildan û erdhej lê çêbûbûn koçî metropolên Tirkiyê dikirin.

Lê nuha ji seranserê Kurdistanê koçek mezin heye. Ji her bajarî bi hezaran însana koç dikin. Gelek gund ji binda vala bûne, tenê çend kal û pîr lê mane.

Vê carê ne koçberiyeke berbî metropolên Tirkiyê, berbî Ewrûpayê ye.

Mala dê û bavê hêlîna meriv e

Îro Cejna Qurbanê ye. Berê, çaxa dayika min sax bû, her siba cejnê(eydiyê)min telefonî wê dikir, cejna wê pîroz dikir.

Berê bavê min çû rahmetê, dûra jî diya min a derdgiran, dilşewata zarokên xwe da dû.

Li ser temî û wesîyetên wan, me gorrên herduyan li kêlek hev çêkirin. Ewê ebedîyen li ba hev bin.

4 sal in diya min wefat kiriye, êdî dayika ez roja cejnê telefonî wê bikim û cejna wê pîroz bikim tune.

27 juni 2023

Însan jî kedî dibin

Bindestiya salên dûr û dirêj gelekên me ji dewletê ra, ji tirkan ra baş kedî bûne. Êdî ji hêzên dagirker, ji siyasetmedarên wan, ji pûlis û leşkerên wan, ji hevalbendên wan aciz nabin, nabêjin çi îşê van xerîban, van dagirkeran li welatê min, li gund û bajarên min hene?

Dagirkeran êdî ji xwe dibînin, ji hebûna wam ali welatê xwe nerehet nabin, di hundurê xwe da li hemberî wankîn û nefretekê his nakin.
Heta gelekên me dev ji kurdbûna xwe berdane, êdî xwe tirk qebûl dikin.

26 juni 2023

Tifaqa dereng bêfêde ye

Pêşiyên me li dijî dijmin, li dijî dagirkeriyê di wexta xwe da nehatin ba hev, dûra ya di zindanan da, ya jî li sirgûn û koçberiyê hatin ba hev.

Lê ew jî êdî derebg bû. Dibê di wexta xwe da destên xwe bidana hev û bi hev ra li hemberî neyarê xwe rabûna.

Me ji serpêhatiya pêşiyên xwe ders û ibret negirtiye, lema em jî eynî xeletiyê dubare dikin. Di wextê da destên xwe nadin hev, piştî em têk diçin, dijmin bi ser dikeve, em koçber dibin, li sirgûnê tên ba hev. Lê ew jî êdî dereng e.

25 juni 2023

Xwedê dua wan qebûl kir

Nîvê tirkan û kurdan bi mejuyê şexsekî difikirin, dibêjin ew kûpê êqil e, ew hamî hama ye, xwediyê aqil fahma ye, ew çi bibêje rast e, ew çi bike baş e.

Ew şexs jî ji ber bêmejîtî û totikvalatîya wan ji xwe ra kêf kiriye, bi qamyonan dolar embar kiriye.
Kêmaqilên dibin heyranên kêmaqilan, dîktatoran tim pir in. Ne ev kêmaqilbûna van dîktatorên zirzop nedihat ser hukim û nikanîbûn hewqasî hukim zirarê bidin welatan û însanan.

Ji rengê hişin hez dike

Li Stenbolê sûtalekî tirk da dû keçikeke kurd. Fîstanekî hiçin li keçikê bû. Sûtêl bela xwe jê venekir. Got:

-Şîrînê, ez ji hişin pir hez dikim.

Keçik lê vegeriya, jê ra got:

-Wê demê tu çû mal ji dayiya xwe ra bibêje bira te bibe li mêrgekê girê bide.

24 juni 2023

Meriv çawa paşnavê xwe dike ”Turkekul” ?

Mahkimeya tirk a Amedê 6 sal û 3 meh ceza daye Dayika Aştiyê Hayrîye Turkekula 73 salî.

Rejîma herî xerab, herî faşîst, cûntayên leşkerî jî kal û pîrên 73 salî, 80 salî yên nexweş bi van hincetên qeşmerî nexistin zindanê.
Me ev hovîtî tenê di dema Erdogan da dît, ev şerefa mezin tenê bû para wî û rejîma wî.

23 juni 2023

Îro li Swêd cejna nîvê havînê ye

Îro li Swêd cêjna nîvê havînê ye, swêdî jê ra dibêjin Mîdsommar, Mîdsommarafton, sibe jî Mîdsommardag e. Mîdsommar, ev herdu roj jî sor in, tahtîl e. Di van herdu rojan xwrinên taybet, masiyê laks tê xwarin

Îro li her bajarê Swêd, li her taxê vê rojê(Mîdsommarê) bi govend, bi muzîk û şahî pîroz dikin. Darikekî bi hişinayê dixemilînin û li dorê govendê digrin, distirên, kêf dikin.

Li Stockholmê, li Bexçê Heywanet(li Skansenê) bi şahiyeke mezin pîroz dikin. Bi hezaran însan diherin diherin wir û bi kêf û şahî Mîdsommara xwe pîroz dikin. 

22 juni 2023

Ez him ji vîrusê xelas bûm him jî bûm xwediyê ekraneka mezin

Do ne pêr min ji we ra qala wîrusa ketibû kompîtora min û gelkî serê min diêşand kiribû.

Cîranê minê swêdî Eînar pêr hat hawara min, li dora saetekê pê da ket, destpêkê wenda bû.
Lê piştî ew çû, dîsa derket. Min xeber dayê, min got wele te nekuştiye, bêxwedî dîsa bi paş da hat.
Camêr îro hat, ekranek Asus a mezin jî ji min ra bi xwe ra anîbû. Got tu merivekî kal î, ji te ra ekranek mezin lazim e, lema min ev ekran ji te ra anî.

Ekrana min girê da û dû ra jî hêdîka berê xwe da vîrusa bi navê ” 0.desirebluestock.com”. Di Googlê da hin agahiyên li ser xwend, ew baş nas kir, dûra serê xwe lqand, got:
-Hihiii, ya haaa, nuha min tu nas kir…

Heger dewleteke me hebûya Tirkiyê nikanîbû Lîman Şiwêş, Yusra Derwêş û Firat Tûma bikuştana


Heger em kurd jî xwedî dewlet bûna Tirkiyê nikanîbû du jinên wek kulîlkan, Yusra Derwêş, Lîman Şiwêş û Firat Tûmayê wek şêrekî bi namerdî bikuştana û ev sûcê giran, ev hovîtî ji Tirkiyê ra nedima.

Heger dewleteke me jî hebûya Tirkiyê nikanîbû her roj gundên me, bajarên me topbaran bikira, li welatê me ev zulma, ev çav soriya li me bikira.

Tirkiyê di van çend salê da wî da bi sedan kurd bi vî hawî kuştin, giş jî ji wan ra ma, me nikanîbû tiştek bi Tirkiyê bikira.

21 juni 2023

Hin însan ji bo xerabiyê hene

Vîrusa ev çend roj in ketiye kompîtora min bela xwe ji min venake, çirt û pirt tim xwe nîşanî min dide, dibêje bihêle ez kompîtora te ji vîrusan paqij bikim

Derewa dike, ew bi xwe vîruse, yekî bêbav şandiye, dixwaze kompîtora min xera bike.
Hin însan ji bo xerabiyê, ji bo nerindiyê hene, hal û karê wan sextekarî ye, gava zirarê didin hinekan kêfa wan tê, xwe serketî dibînin. Jiyana wan  bi nerindiyê, bi sextekariyê derbas dibe.

20 juni 2023

Li ser bîstanê hevalekî

Îro çûm ser bîstanaê hevalekî xwe yê salên 1980î, Mihemedê Hekkarî. Ji zûda ye me hev du nedîtibû. Îro çûm serdana wî. Em bi hev ra çûn ser bîstanê wî.

Mihehed merivekî bi tedbîr e, ji qahwê bigire hetanî bi penêr û petêx û qahwê, her tişt anîbû ser ser erd.
Me qahwa xwe vexwar  bîstekê qala rojên borî kir. Dema em hatin Swêd em xort bûn, nuha em herdu jî du kalên teqawitbûyî ne. Me rewşa xwe, halê xwe ji hev ra got.
Haya me hinekî ji halê hev çê bû. Dema hev hevdu dît, wî got te por sipî kiriye, tu kal bûyî, min got wele tu jî kal bûyî. Me îtîraz nekir.

Law bi rastî jî mêr mêran nas dike

Hin kes zanin pir xweş bikin, pir pesnê hev bidin. Hevdu wer mezin dikin, wer mezin dikin, bêyî peraşût difirînin, bi asîmanan dixin.

Gava dilê wan ji yekî ra dixwaze kêçê dikin deve, bi pesn û sena mêrik dikin Rustemê Zal, dikin siyasetmedarê bêemsal, dikin edîbê kurd ê herî mezin.

Şalûzî, şelafî ne karê her kesî ye, ew jî sinetek e, hunerekî amîgotiyê ye, kultureke siyasî ye.
Dibê şexsîyeta însên li gorî wê be.

19 juni 2023

Her kes wekîlê nefsa xwe û qelema xwe ye

Hin xwendevan, heval, nas, dost carnan nivîsên min bi tirkî şirove dikin.
Min çend caran gotiye ez şiroveyên bi tirkî qebûl nakim, rica min ji we bi tirkî şirove nekin, lê nikanim rê li ber vê gelşê bigrim.
Carnan hin kes şiroveyên bi tirkî dikin.

Ji ber ku do yekî dîsa nivîseke min bi tirkî şirove kir, min ev agahdarî belav kir:
”Agahdarî !
Gelî dost û hevalên ezîz, xwendevanên delal, rica min ji we nivîsên min bi tirkî şirove(komentar)nekin, ez şiroveyên bi tirkî, erebî, farisî qebûl nakim.

18 juni 2023

Baranê ax îhya kir

Wele baranê îro erd îhya kir, barî û barî, erd têr kir. Axê ji mehekê zêdetir e çilkek baran nedîtiye, îro ji baranê têr bû, baş tîna xwe şikand.

Kulîlkên me, gîha hewaşa me jî kêf kirin, ew jî bêav bûn. Me carnan av didan lê têrê nedikir, av ne belaş e, me baş av nedida.

Bavo, bi navê te em tim serbilind in !


Ji milê çepê yê bi berçavk bavê min Bûboyê Xamo ye*

Îro bi minasebeta Roja Bavan, gelek kes rismên bavên xwe belav dikin, bavên xwe bibîr tînin.

Kêfa min ji tiştên wiha ra nayê, guh nadim roj-mojên wiha.  
Lema jî hetanî nuha min tu carî ne rojeke wiha bibîr anîye, ne jî bi vê minasebetê rismekî bavê xwe par ve kiriye.

Lê ji vê sibê da ye gelek nas û dost rismên bavên xwe belav dikin û bavên xwe bibîr tînin.
Li ser vê, min jî biryar da ez jî rismekî xwe û bavê xwe yê bi hev ra par ve bikim.

Ev risim rûreşiya Tetwanê ye




Çeteyekî serokê belediya Tetwanê yê AKPê Mehmet Emîn Geylanî do li orta bajêr, li ber çevê gelek kesî û pûlisekî sivîl bi hovane li rojnamevan Sînan Aygul dixe, li erdê digevizîne, di nav xwînê da dihêle, jê ra dibêje:

"Heger careke din tu di heqê serok da tiştekî binivîsînî emê te bikujin !"
Pûlisekî swîl dabança xwe dikşîne, nahêle kes têkeve nabênê, nahêle kes Sînan Aygul ji destê namerdê dewletê bigire.

Pûlisekî tirk bajarek teslîm girtiye. Gelek însan, şêniyên bajarekî li lêdan, îşkencekirina însanekî temaşe dikin, newêrin li hemberî pûlisekî rabin, dest bibin xwe, însanîyeta xwe nîşan bidin, rojnamevanekî ji îşkenceya namerdekî dewletê xelas bikin.

17 juni 2023

Wer xuya dike dawiya xapandinê hatiye

Berpirsiyarê Wezareta Pêşmerge yê berê Cebar Yawer ji Dengê Amerîkayê ra gotiye:

“Heger em hêzên Pêşmerge nekin yek, Hevpeymanên me mîna li Efganistanê kirin ewê dest ji me berdin. Gelek caran wan hişyarî daye me, gotine heger em hêzên xwe nekin yek, ewê alîkarîya me nekin, sîlehan nedin me û pêşmergeyan perwerde nekin.”

Amerîka û Hêzên Hevpeyman ev du sê sal in vê yekê ji serokên PDKê û YNKê ra dibêjin.

16 juni 2023

Îro mîvaneka me ya xerîb hebû

Bîstek berê mîvaneka me ya em ne li bende bûn li hewşa me bû. Xanimê bi dengekî hêdî, got zû, telefona xwe bîne û were, xezalek li hewşa me mexel hatiye.

Min derî hêdîka vekir, eniyame ket hev, li qoziya hewşê mexel hatibû, kayika xwe dikir, westa xwe digirt. Min berê kamareyê pêda kir. Ez dîm, hêdîka hêzî ser xwe kir, bêyî ku xwe bitertilîne, ya jî baz bide, da rê û ji hewşê derket.

Her milet serokê li gorî xwe hildibijêre

Ji roja tirk bûne xwedî dewlet ne cîranên wan rehet kirine, ne jî Ewrûpayê.

Teşxele, nerindî, tevlihevî, şerê bi cîranan ra, bi Ewrûpayê ra, bi kurdan ra tim bûye rûtîneke jiyanê û felsefeya Tirkiyê.

Tirkan tu carî rehet nekirine û rehetî nedane xelkê, tim bela xwe di hinekan dane. Ev yek bûye şiklê jiyana wan.
Ji roja Tirkiye ava bûye wer di nav xirecirê û teşxelê dane, tu carî ruyê îstîkrarê, rehetiyê nedîne. Helbet rehetî nedane me jî.

15 juni 2023

Me îro biryarek xêrê girt

Îro em çend hevalên DDKDê(Komeleya Kulturî ya Şoreşgerên Demokrat)li Stockholmê hatin ba hev, me hinekî sohbet kir. Me biryareke xêrê girt, hêvî dikim em bigihîjin armanca xwe.

Me biryar da em li ser DDKDê fîlmekî dokumenter û arşîvekê çêkin.

Ji bo vê armancê her tiştê li ser DDKDê  em kanibin bi dest xînin emê top bikin, arşîv bikin.

Dibê meriv bi çend gotinên xweş nexape

Tirk di warê siyasî û îdeolojîk da çiqasî li dijî hev bin jî ji bona me şerê hev nakin, hev naxun.

Di teşbîhê da xeta tune, kûçik pê li dêla kûçik nake, kûçik goştê kûçik naxwe.
Dibê meriv nexape, şerê wan şerê dê û dotê ye, dê û dot ji bo me nabin dijminê hev.
Çimkî hemû zanin xurtbûna kurdan li zirara wan e, yek partiya tirk jî naxwaze kurd azad bibin, Kurdistan çêbibe. Hevaltiya wan a m e ra, dostiya wan hetanî derekê ye; dibê kurd nebin xwedî dewlet.

14 juni 2023

Erdogan baş bi serokên Swêd dilîze

Erdogan, dîktatorê xwediyê Tirkiyê careke din hêviya Swêd a endametiya NATOyê qurmiçandiye, gotiye heta Swêd bihêle li kuçe û kolanên wê ”terorîst” (yanî kurd) meş û protestoyan bikin, em nikanin endametiya Swêd a NATOyê qebûl bikin.

Mêrik dîktator e, çete ye lê siyasetmedarekî pir zîrek e, zane serokên Swêd û NATOyê ne tu zilam in, rebenok in, lema bi wan dilîze, henekê xwe bi wan dike.
Lê dibê meriv van gotinên wî pir cidî nebîne, sibe kane eksê wê bike. Bi vê gevê dixwaze meblaxê bertîla xwe zêde bike, hinek perê din ji Swêd dixwaze. Hincetên siyasî demagojî û propagendya ji bo hundur e.

Qîmeta siheta xwe bizanibin

Di jiyanê da hetanî ji destê meriv neçin, meriv qedir û qîmeta du tiştan nizane, ew herdu tiştî jî sihet û xortanî ye.

Heta meriv nexweş nekeve, meriv qîmeta siheta xwe nizane. Meriv nizane sihet ji her tiştî muhîmtir e.

Siheta meriv ne li cî be, meriv alimî cîhan, Rustemê Zal be jî nikane tu tiştî bike.

Heta meriv kal û kokim nebe, meriv qîmeta xortaniya xwe nizane. Piştî xortaniyê xatir xwest û çû, meriv bi hesret û dilbijokî tîne bîra xwe.

13 juni 2023

Dibêjin kurdî halê xwe wer dî

Pêşiyên me gotine kurdî halê xwe wer dî. Yanî jiyana xwe tim di nav halekî perîşan da diborîne.

Umrê min di bin bindestiyê da, di nav qahr û qotikê da derbas bû.

Halê bavê min ji yê min jî xerabir bû, wî jî ji jiyana xwe tu xêr nedît. Li dijî dagirkeriyê li gorî zanîna xwe micadele kir, ket zindanan, derket, lê têrê nekir. Azadiya welatê xwe nedît, di bindestiyê da wefat kir.

Min got ez jî îro bibim turîst lê min debar nekir

Ez nizanim însan çawa debar dikin bi saetan xwe didin ber rojê, xwe diqimirînin, dikin sogilme.

Wek her roj em sibê zû ji mal derketin, me çû gerra xwe ya rojane kir. Piştî me gerra xwe qedand, em 8 km meşiyan û hatin mal.

Min  got hela ka îro ez jî bîstekê xwe wek swêdîyan bidim ber rojê, bira ez jî bibim turîst.

12 juni 2023

Hin kes tiştên pir hêja parve dikin

Hesenê Abo
Di medyaya sosyal carnan meriv rastî hin nivîs û pervekirinên xweş tê.

Di nava kurdan meraq û hezkirina tarîxê, serpêhatiyên pêşiyên me zêde bûye. Ev pêşketine pir baş e Haydariya ji tarîxa xwe şiûra netewî xurt dike, meriv xwe nas dike, tarîxa fêr dibe.

Meriv bizanibe dijmin çi anîye serê pêşiyên me, çi zulm li wan kirine û kê çi kiriye baş e.

Li ser serpêhatiyên hin kesan çend nivîs û parvekirinên xweş bi ber çavên min ketin.Ez dixwazim bi kurtî qala sê heban bikim.

11 juni 2023

48 saliya avabûna YNKê pîroz be !

Ez û Aso Germîyanî


Hevalên Yekîtiya Niştimanî Kurdistanê(YNKê) îro li Stockholmê 48 saliya avabûna YNKê pîroz kirin. Ez jî yek ji mîvanên pîrozbahiyê bûm.

Ji her çer perçeyên Kurdistanê nûnerên partiyên siyasî beşdarî pîrozbahiyê bûn û 48 sala YNKê pîroz kirin.

Ji avakarên YNKê kekê hêja Omer Şêxmûs jî beşdarî pîrozbahiyê bû û li ser avabûna YNKê, destpêkirina şoreşê, zahmetiyên wê demê axaftinek kir.

Dibê meriv ji karê xwe hez bike û bi dil bike

Meriv karek kir dibê jê hez bike, kêfa meriv jê ra were.

Tiştê ez her roj dinivîsim her kes jê hez nake. Ev jî normal e. Ez xwe aciz nakim. Bûk bi dilê zavê ye.

Xelk û alim çi dibêje, çi kêmasî û qusûrê li nivîsên min dibînin bi kêfa xwe ne.

Go keno bi xwedîya xweşo. Dibê meriv ji karê xwe hez bike, bi dil bike. Karê min bi min xweş e, lema jî ez her sibe radibim çend rêzan dinivîsîm.

Kurd li Lozanê 100 saliya Peymana Lozanê minaqaşe dikin

Kurdên ji her çar perçeyên Kurdistanê û gelek pispor û akademîsyenên ji gelek welatan do li Siwîsrê li bajarê Lozanê di konferansa 100 saliya Peymana Lozanê da hatin ba hev û neheqiya perçebûna Kurdistanê minaqaşe kirin.

Konferans ji alî Enstîtuya Kurd a Parîsê ve hatiye organîzekirin.
Heta nuha kurdan ev mija pir îhmla kirin, bala dinyayê û Neteweyên Yekbûyî nekişandin ser vê neheqiya mezin li li miletê kurd hatiye kirin.

10 juni 2023

Qusûr bi kurk be jî kes pîyê xwe tê ra nake

Ez bala xwe didim beyanên, gotinên serok û endamên partiyên me, yên dost û hevalên wan, her kes dibêje ez rast im, yên din şaş dikin, siyaseteke şaş dimeşînin. 

Kêmasî û şaşiya tu kesî tuneye, tim yên din li ser riyeke şaş in, karê çewt dikin.

Kes nabêje dewê min tirş e, zimanê sor tu carî ji xwe ra xerab nabêje, tim pesnê xwe dide.

Dibê Xwebûn xebereke hewqasî şaşo maşo neweşîne

Rojnameya Xwebûnê li ser du kitêbên jinan ên dikin ji alî ”Komeleya Wêjekarên(edîbên)Kurd” va werin çapkirin xeberek çêkiriye. Lê çi heyf  sentaksa xeberê pir xerabe ye, lema jî ji xeberê tiştek nayê fêmkirin.

Bi îhtîmaleke mezin ji tirkî tercume kirine. Lê tercumeyeke xerab e, meriv xebereke bi vî rengî naweşîne. Heger di translate Googlê da tercume bikirana ewê tercumeyeke baştir bûya.

Ne rast e meriv nivîseke wiha di rojnameya xwe da, di malpera xwe da belav bike. Dibê hin kesên kurmanciya wan baştir xeberan kontrol bikin.

Kemanjenê li ser xênî û adetek wek hev

Min û xanimê di telewîzyona da li fîlmê amerîkî ”Kemanjenê li xênî” temaşe kir. Fîlmekî muzîkal î muhteşem bû, ez bûm heyran. Lîstikvan, muzîk, risim, deng, kinc, dekor her tişt mikemel bû. Fîlm 3 Oscar girtiye.

Mijar li ser malbeteke yahûdî ya feqîr e. Di destpêja 1900î da li gundekî Rûsyayê malbeteke yahûdî heye, 5 keçên malbatê hene. Bav(Tevye) dixwaze keçên xwe bide mêr, lê leç qebûl nakin, dixwazin bi dilê xwe bizewicin.

09 juni 2023

Çîroka me û dara zêrgûşî

Îro ez û xanima xwe di gerra xwe da rastî dareke pir xweşik hatin. Navê wê çi ye ez nizanim. Me rismê xwe li ber girt.

Xanimê çer ew dît, got rismekî min li ber vê dara xweşik bigire. Me bi dor rismên xwe li ber girt, lê em herdu jî ne hoste ne, risim ne xweşik in.

Salê çûnî jî xanimê xwestibû ez rismê wê li ber bigrim, lê wê rojê telefona min ne bi min ra bû.


Li mehela me(li taxa me)darên çend darên wiha hene, ez bawer dikim çend sal berê jî min rismê yekê girtibû û parve kiribû. Lê ez bi dû navê wê neketim.

Bîranîn baharatên jiyanê ne

Bêtalihiya me ya herî mezin pêşiyên me, nivîskarên kilasîkên me bîranînên xwe nenivîsîne.
Em ji serpêhatiyên xwe bêpar hîştine. Em nizanin Baba Tahirê Uryan, Elîyê Herîrî, Feqiyê Teyran, Melayê Batê, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî çawa jiyane, çûne ku deran, çi kirine, çi hatiye serên wan?
Lema jî em wan baş nas nakin, gelek caran em nizanin kîjan salê jidayikbûne, kîjan salê wefat kirine.

Ji nivşên van dawiyan, ji yên berî me çend kesên bîranînên xwe nivîsîne hene, ew jî hindik in, lê dîsa jî ji tunebûnê baştir e. Ji nuha û pê da ewê zêde bibin.

08 juni 2023

Efendî dîsa li dû dek û dolabekê ye

Erdogan, bi telefonê bi serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Cahrles Michel ra peyivîye.

Bi texmîna min jê ra gotiye:
Cahrles, tu zanî min gelkî bîriya te kiriye, were em bi hev ra qahweyeke tirk vexun, hinekî sohbet bikin. Hukûmeta berê nabêna me xera kir, were em li hev werin, têkiliyên nabêna xwe xurt bikin.
Îşê efendî ne baş diçe, çerxa wî baş nagere, berra pinpinîkan dide, aborîya Tirkiyê seroqûnî bûye.

Carnan dibê meriv ne bibêje him, ne bibêje gim, tenê lê temaşe bike

Carnan dibê meriv xwe tevî xirecirên siyasî neke, li teşxeleyên nabêna partiyan, însanan temaşe bike.

Li hal û ehwalê dinyayê, li teqereqa civatê, li xirecira siyasetmedarn, li yên diherin, li yên tên tenê sêr û temaşe bike.
Ne bibêje him, ne bibêje gim. Ne rexne bike, ne teqdîr bike.

Ji kesî ra ne bibêje te baş kir, ne bibêje te şaş kir. Wek fîlmekî sêr bike, tenê ji xwe ra bifikire.
Bipê, sebir bike, hela ka dihere li ku disekine.

07 juni 2023

Zimanê kurdên başûr bûye îngilîzî

Li Hewlêrê di nabêna çend kesan da şer derketiye, bi kêran bi hev ketine, 3 kes bi kêran hatine kuştin. Di xebera Rûdawê da ereba pûlis jî xuya dike.

Li ser erebê navê pûlis ne bi kurdî ye, bi îngilîzî, ”Police, Hewler Police” hatiye nivîsîn.
Pilaqa erebeyê jî ne bi herfên latînî, bi herfên erebî ye.

Herfên li ser erebeya pûlis bi îngilîzî(Hewler Police), bi herfên latînî ye, lê pilaqa erebeyê jî bi herfên erebî ye.
Yanî şorbe ye…

Sed sal li nîvê nufûsa Erzînganê li malê kurdî dipeyivî

Ugur Adsiz, di Twîtterê da li ser zimanan, li kîjan bajarî kîjan ziman tê peyivîn tabloyek belav kiriye.

Li gorî vê tabloyê, anketa resmî di sala 1927a da ji %41, 47ê nufûsa Erzîngfanê bi kurdî dipeyivî.

Piştî 96 salan tirkan kurd hêran, giş kirin tirk, belkî nuha li Erzînganê ji %1-2 jî bi kurdî napeyive.

Lê ne li Erzînganê tenê, li Kurdistanê li gelek bajarên din jî yek kêm, yek zêde rewş eynî ye, eynî tişt kirine.

06 juni 2023

Werdegên gola me koçî warekî din dikirin


Îro Stockholm dikele, 24-25 derece germ e. Em sibê zû ji mal derketin. Hinên dîn xwe dabûn ber tavê, bedena xwe dişewitandin.

Em 104 deqeyan, 8.11 km li dora gola me gerîyan. Min hinekî jî baz da. Hema besta min îro lê hat. Ji zû da ye min baznedabû.

Swêdî dînên rojê ne, di rojên wiha xweş û germ da tam dîn dibin, li ber rojê xwe baş diqelînin.
Yê me hewşa me têra me dike.

Ev çi dil e nabije zimanê dayika xwe?

Hin edîb hene kurmanciya wan pir baş e, lê tu dibêjî belkî sond xwarine di jiyana xwe da ewê peyvekê jî bi kurmancî nenivîsînin.

Ez bi dil û can dixwazim rojekê çend gotinên wan ên kurmancî bixwînim. Lê wek tobe kiribin peyvekê jî bi kurmancî nanivîsînin.
Malneketno, rojekê hûn du gotinan bi kurmancî binivîsînîn ma kevirê bibare, qey şohreta we yê pê lekedar bibe?
Ev çi dil e nabije zimanê dayika xwe, zimanê zaroktiya xwe?

05 juni 2023

Dibê mihî xwe ji destên qesaban xelas bikin

Kerîyê pez bi dengê bilûra şivên xapiya, rebenan digotin belkî diherin zozanan, nizanîbûn diherin selexaneyê.

Ne pez diqede, ne jî qesab.
Gava du qesab şer dikin, mihî piştgiriya kîjan qesabî bike jî qedera wê naguhere, herdu qesab jî dixwazin wê bibin selexanê, ber kêr.
Piştgiriya qesabekî kirin ji bo mîhîyan ne çare ye, dibê mihî giş qela xwe bikin yek, bi hev ra li ber xwe bidin, xwe ji destê qesaban xelas bikin.

04 juni 2023

Gerek em bi wezîrtiya Tirkiyê hewqasî kêfxweş nebin

Ji ber ku serokê Tirkiyê Erdogan 4 kurd jî girtine kabîneya xwe(heyeta wezîran) ji do da ye hin kurd pir pesnê Erdogan didin. Fena ku her çar kes bûbin wezîrên hukûmeta Kurdistanê kêfxwş û dilşa xuya dikin.

Li Tirkiyê ne cara pêşî ye kurd dibin wezîr, hetanî nuha di her kabîneyê da çend wezîrên kurd hebûne.

Erdogan jî ev 20 sal in tim çend wezîrên kurd dide dora xwe, bi navê wan kurdên bêhiş aş dike, dixapîne, çavên wan boyax dike.

Tirk çend kesan ji me diqetînin, dikin wezîrên dewleta xwe, hinekên me 
pê kêfxweş dibin, dibêjin eferim ji Erdogan ra.

Zabitê îngilîz:Me tu carî nikanîbû ji kurdan reîsek bidîta

Rojnameger Rûken Hatûn Tûrhalliyê du sal berê di malpera BasNewsê da li ser sebebên bindestmana kurdan bi nivîskar û lêkolîner Evîn Çîçek xanimê ra hevpeyvînek dirêj û hêja çêkiriye. Hevpeyvîn bi tirkî ye.

Evîn Çîçek xanimê kitêbeke bi navê ”Kemalîzm û Mesela Kurd a Netewî 1” nivîsî ye.
Rûken Tûrhalliyê, li ser vê kitêbê û ”ji bo çi kurd azad nebûn, Kurdistan çênebû?” bi Evîn Çîçekê ra sohbeteke xweş kiriye.

Di sohbetê da li sebebên bindestmana kurdan geriyane. Di Şerê Cîhanê yê 1ê da kurd çima nebûn xwedî dewlet?

Mêrik xwestiye gurçika min bikire !

Sextekarekî, çeteyekî navnetewî nivîsek xistiye binê nivîseke bloga min. Gotiye heger tu gurçika xwe difroşe, ez bikir im, mişterî me, ez bi 500,000 USD dikirm.

Nivîs bi kurmanciyeke xweş e.Qey bi Translate Googlê wergerandiye. Kurmanciya Traslata Googlê pir baş e. Hin gotinan fêm nake, lê bi tevayî wergereke baş dike.

Sextekarê min ê gurçikkir gotiye navê wî ”DR. MAXWELL” e û ew gurçik û organên însanan dikire.

03 juni 2023

Îro Maratona Stockholmê ye

Îro Maratona Stockholmê ye. Hewa pir xweş e, 17 derece germ e, baran nabare. Hewake tam li gorî dilê swêdiyan e.

Li bajêr însan pê li serê hev dikin. Di tu maratonê da bajar hewqasî qelebalix nebûye. Meriv dibêje belkî kes di mala xwe da nemaye.
Em neçûn bajêr, min û xanimê li mal, di telewîzyonê da temaşe kir. Me maraton gav bi gav taqîb kir, li komentaran gudarî kir.

Herêma Ferêt bûye zarokê dêmariyê

Kurdên siyasî, partiyên me herêma Ferêt, Semsûr, Mereş, Meletî pir îhmal kirine, ji dewletê ra, ji pantirkîstan ra hîştine.

Herêma Ferêt di çavên kurdan da bûye wek zaroka dêmariyê, di wî quncikî da bi tenê mane, kurdên welatparêz ew herêm zêde îhmal kirine.

Di erdhejê(zelzeleyê)da ji her fikrê, îdeolojiyê, kurd, partiyên kurd çûn wê herêmê, alîkariyeke baş xelkê ra kirin. Di nabêna xelkê herêmê û wan da têkiliyeke pir baş, pir samîmî çê bû. Ji bo xebatên siyasî bingehek baş çê bû.

02 juni 2023

Hin kes bi xebatên xwe dilê meriv rehet dikin

Hin kes hene kêfa min pir ji wan ra, ji kar û xebatên wan ra, ji fikir û îdîalê wan ra tê. Ji van camêran yek jê Necatê Zivingî ye, yek jî Gewranê. Goyî ye.

Nivîs û vîdeoyên di medyaya sosyal da belav dikin tam li gorî dilê min e. Ez ji xwe ra dibêjim:

”Xwezî her kurd wek van camêran miletperwer bûye, wek wan dilşewatê azadî û serxwebûnê bûya, wek wan ji zimanê xwe, ji welatê xwe, ji miletê xwe hez bikira.

Di medyaya sosyal da em kêm dibin zêde nabin

Nizanim bi min wiha tê ya jî bi rastî wiha ye; Twîtter êdî dişibe oda gundekî, her şev, her roj eynî cimat e, eynî şêwir û mişêwr in.

Çavên min bi kesên nuh, mijarên nuh, xortan nakevin. Wek endamên partiyên me, em giş porsipî û rîsipî ne.

Em kêm dibin, zêde nabin. Piştî demekê germiyan û heyecana destpêkê namîne, meriv êdî xwe vedikşîne qalikê xwe.
Xwarinek çiqasî xweş be jî piştî çend caran meriv jê aciz dibe, naxwaze êdî bixwe.

Facebook jî kêmzêde wisa ye, em kêm dibin zêde nabin.

Aqil kêm be meriv li kuçeyan xelkê gulebaran dike

Li Tirkiyê di pîrozbahiyên ji bo qezenkirina Erdogan da 3 kes bi guleyan(fîşekan)hatine kuştin, 4 kes jî birîndar in.
Sê mirî pir hindik e, ez ditirsiyam gelekî zêdetir werin kuştin.

Lê pîrozbahî hîn neqediya ye, pîrozbahîya resmî sibe ye. Sibe Erdogan ewê sond bixwe û serketina xwe ya bi bi hîlebazî şoveke mezin pîroz bike.

Mimkûn e sibe çend kesên din jî werin kuştin.

01 juni 2023

HDPê neheqî li Demirtaş kiriye

Selahedîn Demirtaş di hevpeyvîna xwe ya bi rojnamevan Îrfan Aktan ra kiriye, gotiye wî xwest bibe namzedê(berbijêrê) serokkomariyê, lê HDPê ev daxwaza wî qebûl nekir.

HDPê şaş kiriye, dibê Demirtaş di cara(tûra) pêşî da bikira namzedê xwe.

Belkî jî ji sebebên Demirtaş gotiye ew dev siyaseta aktîv berdide yek jî ev e.

Meriv hinekî hêdî bajo baştir e

Minaqaşeyên(gengeşiyê), xirecirên berî hilbijartinan qediyan, nuha jî anîlêzên teorîk, analîtîk dest pê kirine, siyasetmedar, teorîsyenên siyasî, civakî fikrên xwe dibêjin, anallîzên siyasî dikin.
Li ser qezenckirina Erdogan, li ser şaşiyên HDPê/YSpê û kurdên din gelek tişt tên gotin, gelek teorî, tahlîl li bin guhên hev dikevin.