Bêtalihiya me ya herî mezin pêşiyên me, nivîskarên kilasîkên
me bîranînên xwe nenivîsîne.
Em ji serpêhatiyên xwe bêpar hîştine. Em nizanin Baba Tahirê Uryan, Elîyê Herîrî, Feqiyê Teyran, Melayê Batê, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî çawa jiyane, çûne ku deran, çi kirine, çi hatiye serên wan?
Lema jî em
wan baş nas nakin, gelek caran em nizanin kîjan salê jidayikbûne, kîjan salê wefat
kirine.
Ji nivşên van dawiyan, ji yên berî me çend kesên bîranînên xwe nivîsîne hene, ew jî hindik in, lê dîsa jî ji tunebûnê baştir e. Ji nuha û pê da ewê zêde bibin.
Çendakî berê min "Jînenîgariya" Cîgerxwîn xwend.
Li ser dema xwe, li ser bûyerên wê demê, li ser serok û aktorên kurd ên wê demê
gelek agahiyên hêja dide. Agahiyên wî ji bo tarîxa me ya nêz pir muhîm in.
Xwezî kesên wî qal kirine wan jî wek wî bîranînên xwe
nivîsîbûna.
Lê mixabin kultura nivîsîna bîranînan li ba me kurdan kêm e. Helbet
hinekan nikanîbûne binivîsin, belkî xwendin û nivîsandina wan jî tunebû.
XXX
Ez xwendina bîranînan, bîyografîyan hez dikim. Bîranîn
beharatên jiyanê ne, bi wan tahm û lezeta jiyanê xweş dibe. Bêyî wan jiyan rijî
ye, kal e, bêtahm e.
Xwendina bîranîn, serpêhatiyên însanan zewqekê dide meriv,
meriv dilşa dike. Meriv hin bûyer û serpêhatiyên nizanîbûn fêr dibe.
Lê bibîranînên meriv bi xwe carnan meriv xemgîn dike. Meriv
dibêje xwezî min wer nekiriba, wiha kiriba.
Wext zû dihere, umir jî bi xwe ra dibe. Lê bîranîn ebedî ye. Yên xatiratên xwe nivîsîne ji nifşên li pey xwe ra pir hindik ji destê mirinê tiştek xelas kirine.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar