29 juni 2023

Li ser şewitandina Quranê

Do îraqiyekî, qeşmerekî, provakatorekî bi navê Selwan Momîka li Stockholmê Quran şewitand. Selwan Momîka suryanîyekî îraqî ye.

Berê jî yekî danîmarkî du caran qeşmeriyek wiha kir û bû sebebê bûyerên mezin.
Îro li Bexdayê wek protesto qonsolosxaneya Swêd dagir kirine. Ez bawer dikim mesele ewê hîn mezintir bibe.

Ez ne merivekî bawermend im, baweriya min bi dîn û Quranê tuneye. Lê tiştê tê kirin ez rast anbînim. Li ber mizgeftê, li ber kesên bawermend şewitandina Quranê ne rast e, heqareteke li kesên bawermend e.

Bi baweriya min gerek tu kitêba Miqedes bi vî rengî, bi vê profakatoriyê, li ber îbadetxaneyên misilmanan, ya jî yên dînekî din, li ber çavê kesên wan kitêban muqedes dibînin neyên şewitandin.

Yên dikin jî dibê di bin hîmaya pûlis da neke, kî bi serê xwe çi jahrê belav dike bira bike.

Gerek pûlisên Swêd kesên tiştên wiha dikin neparêze. Kî ji xwe ra çi kitêbê li ku diçirîne, li ku dişewitîne bi kêfa xwe ye. Lê dibê pûlis neçe wan kesan neparêze. Di qanûnan da mecbûrîyeteke wiha tuneye.

Li gorî qanûnên Swêd şewitandina Quranê, Încîlê, Tewratê, tu kitêbeke miqedes ne qedexe ye, ne sûc e. Ev rast e.

Lê qanûn nabêje dibê pûlis kesên karekî wiha dikin biparêze.
Ji bo her dînîtiyê qanûn tuneye, lê qanûn nabêje pûlis mecbûr e kesên qeşmeriyên wiha dikin biparêze. Lema jî tiştê pûlisê Swêd kir şaş e.
Ev hukûemta Swêd ne tu hukûmet e, berpirsiyar pir nezan û cahil in, serîyek pîvaz nakin.
Roja eydiyê, li ber mizgeftê şewitandina Quranê heqareta li kesên misilman e; fena tu herî ber deriyê yekî û jê ra xeberan bidî û pûlis jî te biparêze.
Ev ne azadî ye, ne jî demokrasî ye. Hinek dibêjin ev azadiya fikrî ye, bi baweriya min ev ne azadiya fikrî ye, çavsorî û heqareta li gurûbek însan e.

XXX

98 sal di ser îdama Şêx Seîd û 46 hevalên wî ra derbas bû, hîn jî gorrên wan nîşanî me nadin, hestiyên wan nadin malbatên wan. Zulmeke, faşîzmeke, irqçîtiyeke ji viya mezintir tuneye.

Ez vê irqçîtiya barbar şermezar dikim, Şêx Seîd û 46 hevalên wî, şehîdên Kurdistanê bi hurmet yad dikim.

Kurdên di parlamentoyê da, partiyên kurd, serokên kurd dibê zorê bidin hukûmet û dawiyê li vê îşkenceyê bînin.

Heger piçek xîret bi parlamenterên kurd ên AKPê ra hebe ewê ya dawî li vê trajediyê bînin ya jî ji AKPê îstîfa bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar