12 juni 2023

Hin kes tiştên pir hêja parve dikin

Hesenê Abo
Di medyaya sosyal carnan meriv rastî hin nivîs û pervekirinên xweş tê.

Di nava kurdan meraq û hezkirina tarîxê, serpêhatiyên pêşiyên me zêde bûye. Ev pêşketine pir baş e Haydariya ji tarîxa xwe şiûra netewî xurt dike, meriv xwe nas dike, tarîxa fêr dibe.

Meriv bizanibe dijmin çi anîye serê pêşiyên me, çi zulm li wan kirine û kê çi kiriye baş e.

Li ser serpêhatiyên hin kesan çend nivîs û parvekirinên xweş bi ber çavên min ketin.Ez dixwazim bi kurtî qala sê heban bikim.

Ji van nivîsan yek ya Ugur Adsiz e. Adsiz, di nivîsa xwe da qala serpêhatiya kurdekî bi navê Hesenê Abo kiriye. Hesenê Abo li qeza Qersê Sarîqamîşê, li qereqoleke ser sînor esker bûye.
Yuzbaşîyê qumandarê qereqolê neheqiyê Hesenê Abo dike. Hesen rojekê Yuzbaşî dikuje û ew û sê hevalên xwe Çemê Erez derbas dikin, diçin Ermenîstanê, xwe teslîmî leşkerên Sovyekê dikin.

Hesenê Abo digrin artêşa Sovyet, li hemberî Nazîyan şer dike, bala dikşîne, dibe zabit.

Di dema Stalîn wek kurdên din ew jî perîşan dibe, gelek tişt tên serî. Di nivîsê da dûr û dirên qala serpêhatiya wî hatiye kirin.

Piştî herbeê dibe hemwelatiyê Sovyetê, navê Hesenê Mûseyewîç Kerîmov lê dikin. Diçe li Ozbekîstanê bi cî dibe, bi jineke rûs ra dizewice. Di sala 2005a da, di 85 saliya xwe da li Ozbekîstanê wefat dike.
Çi heyf Ugur Adsiz bi tirkî dinivîse, xwezî dev ji tirkî berda bi kurdî binivîsîya. Agahiyên belav dike baş in lê zimanê tirkî zirarê dide, alîkariya asîmîlasyonê dike.

Nivîsa din jî ya Zekî Ozmen e. Zekî Ozmen ji rojnameya awustirî Neue Freie Pressê di 19ê tîrmeha 1924a da xebereke pir pesindar li ser balerîna kurd Leyla Bedirxan(1903-1986) xanimê belav kiriye.

Di rojnameyê da sernivîsa xeberê wiha ye:

“Dansvan Leyla Bedirxan(1903-1986)keça mîrê Kurdistanê” ye.
Ew dixwaze li Vîyanayê derkeve ser dikê û ji vir ne weke bavê xwe tenê welatekî lê bi hunera xwe ya ciwan dinyayê hemûyî zeft bikê”.

Leyla Bedirxan keça Ebidrrezaq Bedirxan e. Ebdirezaq Bedirxan lawê Necîp Paşa û neviyê Mîr Bedirxan e.

Prensesa kurd Leyla Bedirxan wê demê li Ewrûpayê pir bi nav û deng bû, diçû kîjan welatî bi rojnameyan bi rojan li ser dinivîsandin, pesnê hunera wê û malbata wê dikirin.

Berê jî Mahmûd Lewendî, Malmîsanij Rohat Alakom li ser Leyla Bedirxan nivîsîne û qala jiyan û serpêhatiyên wê kirine.

Di medyaya sosyal da parvekirinên nivîsên wiha pir baş e, bala însên dikşîne ser tarîxê û înteresa tarîxê bi însên ra xurt dike.

Rohat Alakom jî mala camêr ava be tim parvekirinên pir hêja belav dike.

Ev jî pervekirina wî yaa li ser Leyla Bedirxan e:


”Dema Leyla Bedirxan di 1925an de tê Swêdê û dansên cihêreng pêşkêş dike, di rojnaman de hin reklamên wê salê bala me dikşînîn. Reklama yekem: Prenses Leyla Bedirxan ji Kurdistanê, reklama duwem: Prensesa kurd Leyla dê dansên kurdî, îranî, misirî, tirkî, qefqasî û îspanî bilîze.”

Ugur Adsiz, Rohat Alakom, Baran Zeydanlioglu kesên parvekirinên pir hêja belav dikin. Kesên ji tarîxê hez dikin kanin van camêran taqîb bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar