Rojnameger Rûken Hatûn Tûrhalliyê du sal berê di malpera BasNewsê da li ser sebebên bindestmana kurdan bi nivîskar û lêkolîner Evîn Çîçek xanimê ra hevpeyvînek dirêj û hêja çêkiriye. Hevpeyvîn bi tirkî ye.
Evîn Çîçek xanimê kitêbeke bi navê ”Kemalîzm û Mesela Kurd a Netewî 1” nivîsî
ye.
Rûken Tûrhalliyê, li ser vê kitêbê û ”ji bo çi kurd azad nebûn, Kurdistan
çênebû?” bi Evîn Çîçekê ra sohbeteke xweş kiriye.
Di sohbetê da li sebebên
bindestmana kurdan geriyane. Di Şerê Cîhanê yê 1ê da kurd çima nebûn xwedî dewlet?
Tiştê zabitê îngilîz li ser kurdan gotiye, ji bo çi piştgirî nedana avabûna dewleteke kurdan pir û pir muhîm in.
Mêrik gotiye ji ber ku me dît kurd tu carî li hev nakin, yekîtiya xwe çênakin, me dev ji piştgiriya wan berda.
Gava meriv van gotinên zabitê îngilîz ên li ser kurdan dixwîne, meriv baştir fêm dike çima tirk ereb bûn xwedê dewlet, lê kurd man bindest.
Rojnamevan ji zabitê îngilîz pirsîye:
-Çima we dev ji fikrê avakirina dewleteke kurd berda? Çi bi Kurdistanê hat?
Zabitê îstîxbarata îngilîz:
”Li Îraqê meseleyeke Kurdistanê hebû. Li Îranê, Tirkiyê û di nav axa Rûsyayê da jî hebû. Lazim bû meriv qismekî van erdan cihê bikira. Çimkî kurd di bin hukmên van çar hukûmetan da dijîn. Em tu carî nebûn terefdarê vê yekê. Sebebê wê ez nizanim, lê me bawerî bi kurdan nedianî. Ev tê bîra min. Digotin baweriyê bi kurdan neynin.
-We got we bawerî bi kurdan nedianî, sebebê vê hûn çawa îzah dikin?
-Çimkî kurd nikanîbûn bibin yek, me tu carî nikanîbû ji kurdan ra reîsekî bidîta. Yanî ji nava kurdan derketina heyetekê û çêbûna yekîtiya wan tu carî mimkûn nedibû. Me fêm kir ku ji nav wan lîderek, reîsek dernakeve.
Îro jî hîn eynî tişt e, ev 30 sal in li başûr sebebê kurd
nebûne xwedî dewleteke netewî nelihevkirina wan e, kes kesî qebûl nake. Lema nîvê Kurdistanê ji dest dan, rewşa wan roj bi roj xerabtir dibe.
Min çendakî berê bîranînên Cîgerxwîn xwed. Cîgerxwîn jî li rojavayê Kurdistanê sebebê
çênebûna dewleteke kurd bi bêtifaqiya kurdan da va girê daye.
Heger kurdan wek miletekî yekbûyî hereket bikirana bûbûn xwedî dewlet, lê
nekirin.
Fransizan gelek hewildaye yekîtiya wan çêke, serokekî netewî bi wan
bide qebûlkirin, lê kurdan qebûl nekirine, kê serxwebûn xwestiye piraniya
eşîran, axa bû began bi tirk û ereban ra şerê wan kirine.
Qismekî kurdan bûn hevalên tirkan, qismek bûn hevalên ereban û li dijî
fransizan û îngilîzan şer kirin, gotin em nabin hebalên gawiran û şerê birayên
xwe yên misilman nakin. Gelekên kurdan bi tivingekê bûn cahşên tirkan.
Dawiya
dawî, wek zabitê îngilîz jî gotiye dev ji piştgiriya serxwebûna kurdan berdane,
ji ereban ra çend dewlet çêkirine.
Ehmedê Xanî jî 300 saê berê bal kişandiye ser vî qerekterê
kurdan yê bêxêr, yê malwêran, gotiye:
-Ger dê hebûya me ittifaqek
Vêk ra bikira me inqiyadek
Rûm û ereb û ecem temamî
Hemiyan ji me ra dikir xulamî
Tekmîl dikir me dîn û dewlet
Tehsîl dikir me ilm û hikmet.
Dibê em vî xisletê, qerekterê kurdan biguherin, nasyonalîzmê, ruhê kurdayetiyê
xurttir bikin. Waha nebe emê heta û heta bindest bimînin, heta em diqedin,
dibin ereb, faris û tirk.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar