18 juni 2023

Ev risim rûreşiya Tetwanê ye




Çeteyekî serokê belediya Tetwanê yê AKPê Mehmet Emîn Geylanî do li orta bajêr, li ber çevê gelek kesî û pûlisekî sivîl bi hovane li rojnamevan Sînan Aygul dixe, li erdê digevizîne, di nav xwînê da dihêle, jê ra dibêje:

"Heger careke din tu di heqê serok da tiştekî binivîsînî emê te bikujin !"
Pûlisekî swîl dabança xwe dikşîne, nahêle kes têkeve nabênê, nahêle kes Sînan Aygul ji destê namerdê dewletê bigire.

Pûlisekî tirk bajarek teslîm girtiye. Gelek însan, şêniyên bajarekî li lêdan, îşkencekirina însanekî temaşe dikin, newêrin li hemberî pûlisekî rabin, dest bibin xwe, însanîyeta xwe nîşan bidin, rojnamevanekî ji îşkenceya namerdekî dewletê xelas bikin.

Em çawa ketin vî halî?
Em çawa hewqasî tirsonek, bêzirav bûn?
Em çawa hewqasî bêxîret, bêûjdan bûn?
Ji dêlî ku li ber wî pûlisê namerd, neyarê miletê kurd bigerin, jê rica bikin, jê destûrê bixwazin, dibê kesên wir gişan bi hev ra midaxele bikirana, li lêdana wî xortî temaşe nekirina.

Gerek hewqas însan teslîmî pûlisekî nebana.
Tiştê bûye ji bo kesên li wir, ji bo tetwanîyan şerm û rûreşiyeke mezin e.

Dibê ew pûlis, ew namerd êdî nikanibin li Tetwanê bimînin.
Dibê serokê belediyê îstîfa bike, mecbûrî îstîfakirinê bibe.

Meriv li hemberî zulmeke wiha, heqareteke wiha serî hildide, li hovîtiyeke wiha temaşe nake.

Zulm ne li Sînan Aygul tenê, li xelkê Tetwanê jî hatiye kirin, dibê milet, partiyên siyasî, parlamenterên YSPê û mitefikên wan li hemberî vê heqaretê bêdeng nemînin.

Baroyên abûqatan di warê huqûqî da mafê Sînan Aygul biparêzin.

Sêrkirina li wê zulmê, li îşkenceya li Sînan Aygul tê kirin rûreşiyeke mezin e.

Piştî belavbûna vîdeoyê dibê Tetwan rabûya pêdarê, dibê bi hezaran însan ev zulma li Sînan Aygul hate kirin protesto bikirana.

Gerek şexsek, pûlisekî tirk nikanibe bajarekî teslîm bigire, ji desthilanîn da bixîne. Dibê meriv ji pûlisekî tirk hewqasî netirse. Dibê ev dîwarê tirsê were hilweşandin, dibê cesareta medenî bi me ra nemre.

XXX

Însan bi qasî ji hev hez dikin hevdu fêm dikin, karên hev ras dibînin ya jî çewt dibînin, diparêzin ya jî rexne dikin.

Terefdariya îdeolojîk, dînî, siyasî bi piranî însên kûr û kerr dike. Şaşiya partiya xwe, serokê xwe nabîne.

Heger ne wisa bûya gelek kesan hîn jî bi serê hin partiyan, hin serokan sond nedixwarin.

Lê rastî wek rojê ye, tu perde nikane wê veşêre. Rojekê were mirîdê jî ji ber bêdengiya xwe poşman bibin. Lê poşmaniya dereng bêfêde ye, wek zengîniya dereng e.

 XXX

Mala dubendî, bêtifaqî tê da hebe, gurra hev nekin, bi hev ra qerezê bikşînin dolaba wan nagere, ewê mehû bibin.

Li ser mala bêtifaq pêşiyan gotine, ”mala rik û bahsê wê rake tûrê parsê.”

Serokên me yên başûr heger wiha dom bikin, ji ber vê bêtifaqiyê dawiya dawî ewê bi ”parsê” kevin, tiştê nuha di destê wan da meye ewê jî ji destê wan here.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar