Gava sar û sermayê dest pê kir, sal çetin hat, dibê meriv jî ji salê çetintir be, bedena xwe baş biparêze.
Îro ji do sartir bû, -8-9 derece sar e. Sibe ewê ji îro hîn sartir be.
Min qapût, qazax û pantorê
zivistanê bera ser bejna xwe da, kumê xwe da serê xwe, lepikê xwe kir destê
xwe, potîna zivistanê kir pê û ez û xanim derketin derve, gerra xwe ya rojane.