Ev demeke berpirsiyarekî MİTê yê kevn Mehmet Eymur gelek sûc û qetlên kirine û zane îtîraf dike.
Mêrik dibêje îşkence kiriye, MITê 18 însan dane kuştin,
serok û çeteyeyên mafyayê çawa bi kar anîne , li dû hev rêz dike. Dibêje dewlet
çi bike rast e, îşkence jî normal e.
Sedat Peker tiştên ji wî zêdetir gotin. Lê dîsa jî kesî tiştek bi sûcdaran nekir. Çimkî dewlet bi xwe bûye organîzasyoneke çeteyan.
Hemû sûc û qetil li dijî kurdan kirine. Ji ber ku kurd
kuştin e ne kes hatiye girtin, ne jî ceza bûye.
Ne MIT tenê, her dezgeha vê dewlta irqçî, façîst antî-kurd e
û kuştina kurdan jê ra serbest e.
Kurdên wir nuha ji qahra teqiyan e, lê tiştek ji destê wan
nayê, meriv bindest be, dewleta meriv tunebe pir û pir zor e, meriv kezebreşî
dibe.
Ji ber ku akademîsyenê kurd Hifzullah Kutum di twîtteke xwe
da gotiye ”Şoreşa Îlonê li hemû kurdan pîroz be” mahkima dewleta tirkan biryara
tewqîfkirina wî daye.
Mahkimeyên tirkan êdî qebûl nakin kurd serketina kurdên
welatekî din jî pîroz bikin. Tiştê Hifzullah gotiye him ne sûc e û him jî têkiliya
wê bi Tirkiyê tune.
Zulmeke wiha, faşîzmeke wiha li tu welatekî din tuneye. Tiştê anîne serê Hifzullah Kutum barbarî ye. Dewlet êdî miamela êsîran bi kurdan ra dike.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar