Li ser nezanî û kêmaqiliya me kurdan Abdullah Keskin peyveke muhîm û rast kiriye, gotiye:
”Ji ber ku Avesta jî, Cizîrî jî Dîcle û Firat in. Îslamîstên esilkurd girîngiya ku dane Seyîd Qutub, Mevdûdî, Hekimoğlu İsmail tu caran nedane Cizîrî, Feqî û Xanî. Xebata pêşî li ser Cizîrî oryantalîstekî kir. Li ba me piştî 350 salî dîwana wî çap bû.
Xebata ku 10-15 salên dawî li ser Cizîrî û klasîkên din bûye, di 400 salî de nebûye.Hemû weşanxaneyên kurdî kêm-zêde ev kar kirin. Kesî jî Cizîrî bi vir de wir de nebir, her aliyê wî derxistin pêş. Her weşanxane Cizîriyek wî tune, Cizîriyê me heye û ev xebat tev hev temam dikin.”
Abdullah Incekan gotina Abdulah Keskîn tesdîq kiriye, lê
tiştek lê zêde kiriye, gotiye:
” Û çepên esilkurd jî bi qasî qîmet dane Marks, Lenîn û heta Stalîn, nedane
Cîzîrî, Feqî û Xanî. Ji ber ku pirranîya Kurdan problema wan bi 'eslê' wan ra
heye, tim li kesên din gerîyane/digerin. ”
Bi baweriya herdu fikir jî rast in. Ne dîndar û îslamîyên me, ne jî çep û
komunîstên me bi qasî qedir û qîmet dane alim û navdarên xelkê, nedane yên xwe.
Bi qasî tarîxa alim û navdarên xelkê, fikir û dîtinên wan, îdeolojî û
felsefeyan wan fêr bûne û fêrî der û dora xwe û xortan kirine, fikir, dîtin û
felsefeya alim û navdarên kurd fêr nebûne.
Rast e, me kesên çep bi qasî qîmet da Marks, Lenîn, Mao, Stalîn, Enwer Xoce, me
qedir neda Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî; bi qasî me Marks, Lenîn, Stalîn û Mao
nas kir, me Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî, Mele Mahmûdê Bazidî nas nekir.
Lê ez dibêjim dîsa jî sûcê îslamîyên me girantir e, çimkî
wan ew nas dikirin, kanîbûn herfên erebî bixwendana, me nikanîbû, me ew nas
nedikirin. Lema jî sûc û gunehê îslamîyan ji çepan zêdetir e.
Ez bi xwe wek sosyalîstekî wê demê kêmasî, şaşî û sûcê xwe yê di vî warî da
îtîraf û qebûl dikim.
Dema em xort bûn kitêbên Marks, Lenîn, Stalîn, Mao û gelek navdar û
siyasetmedarên xerîb ji destên me nediketin, lê me bîr nedibir Melayê Cizîrî,
Ehmedê Xanî, Mele Mahmûdê Bazidî, Şêx Ubeydulahê Nehrî û malbata wî, Mele
Mistefa Barzanî û malbata Barzanîyan, Qazî Mihemed û malbata wî û bi sedan şêx
û meleyên şair nas bikirana, berihemên wan bixwenda.
Ji ber ku pêşiyên me ev yek nekiribûn, ev kultur û zanîn bi me ra jî tunebû, me
jî qet bîr nedibir tarîxa xwe, welatê xwe, pêşiyên xwe, mezinên xwe, zane û
alimên xwe nas bikin û bi gelê xwe bidin nas kirin.
Me qedir zêde nedida kesên dîndar û berhemên wan, em bi dû berhemên wan
nediketin. Ji bo me Marks, Lenîn, Stalîn, Kastro, Che Guevara, Ho Chi Minh muhîm
bû. Lê me bi sedan egîd û şêrgeleyên kurd nas nedikirin.
Ji ber wê jî zanîn û şiûra netewî bi me kurdên bakur ra pir û pir zeîf e.
Çimkî em xwe nas nakin, haya me ji tarîxa me, ji mezin, alim û navdarên me
tune.
Em tim bûne heyran û lêkolînerên xelkê, me ji xwe ra kûsî û ji xelkê ra masî
girtiye. Ev rastîyeke me ya tahl e, dibê em bibînin û jê dersê bigrin.
Ji ber ku me qedir nedaye mezin û navdarên xwe, alim û zanayên xwe, ji ber ku
em tarîxa xwe fêr nebûne, me qedir nedaye zimanê xwe jî, em zimanê xwe jî fêr
nebûne û fêrî zarokên xwe nekiriye.
Sebebê asîmîlasyona me hewqasî rehet bûye, hewqasî bi pêş da çûye û berfireh
bûye ji ber vê nezanîya me ye.
Ji ber ku em nezan bûn, me xwe nas nedikir, em zû bûn heyranên xelkê.
Lê min li jor jî got, di vî warî da sûc û gunehê mele û dîndarên me, îslamîyên
me zêdetir e.
Çimkî haya wan ji pêşiyên me hebû, wa new nas dikirin, wan bi herfên erebî zanî
bûn û kanî bûn berhemên wan bixwendana û bi me jî bidana nasîn, lê nekirin, ew
jî bûn heyran û mirîdên navdarên ereban, ew xwendin û di nav gel da propaganda
wan kirin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar